10:17 23 Nîsan 2018
    Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley

    Amerîka ji bo Îranê kete tevgerê: Li NYyê banga civîna lezgîn

    © REUTERS / Shannon Stapleton
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 20

    Hat ragihandin ku dê Amerîka derbarê xwepêşandanên li seranserê Îranê berdewam dikin de, pêşniyarekê pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî (NY) bike.

    Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley ragihand ku ew dê derbarê xwepêşandanên protestoyî yên Îranê de, bangewaziya civîna lezgîn li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bikin.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump herî dawî bi rêya twitterê diyar kiribû, dawiya dawî gelê Îranê li dijî rejîma xedar ketiye tevgerê û wiha gotibû:

    "Xelkê Îranê ji ber gendelîyên rejimê û dewlemendiya wan ku li cihanê ji bo terorîzmê finanse dibe bêzar bûye. Niha jî derheqê çalakiyên aştiyane de agahî tên. Rêvebiriya Îranê, mafê xweîfadekirinê jî di nav de divê rêzê li biryara gelê xwe bigre. Dinya vê pêvajoyê dişopîne."

     

    Bi heman mijarî:

    Akşener dengên kurdan xwest: Alternatîva PKK û AKPê IYI Partî ye
    Hikûmeta Kurdistanê bersiva rapora UNAMIyê da
    Fransayê helwesta xwe ya bo xwepêşandanên Îranê eşkere kir
    'Herêma Rojavayê Gutayê ya Şamê ji milîtanan hat paqijkirin'
    Berpirsê Eniya Tirkmenî li Kerkûkê hat kuştin
    Etîketan:
    Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de