06:20 21 Gulan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Îranê bersiv da Trump: Ji dêvla ku twitên bêker binivîsîne...

    © REUTERS / Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di roja şeşem a xwepêşandan Iranê de Serokê dewleta Amerîkayê Donald Trump Îran rexne kir û got, "Însan kêmasiya zexîreyan dikşînin, enflasyoneke mezin heye û mafê mirovan tune ye. Amerîka çavdêr e!" Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iranê Qasimî ji Trump re temî kir ku bi pirsgirêkan hundir ên welatê xwe re elaqedar bibe.

    Trump bi rêya Twitterê Îranê bi berdewa mî rexne kir. Di twita xwe ya dawiyê de got, "A soxîn gel li hember rejîmê xedar û dejenere hereket dike. Pereyên ku Serok (Obama) dane wan ji terorîzmê û eniya terorê re çûn. Însan kêmasiya xexîreyan dikşînin, enflasyoneke mezin heye û mafê mirovan tune ye. Amerîka çavdêr e!"

    ‘JI DÊVLA KU TU JI WELATÊN DIN RE TWÎTÊN BÊKER Û HEQARETMÎZ BINIVÎSÎNE…"

    Îranê demildest bersiv da Trump. Berdevkê Wezareta Karên Derve Behram Kasimî ji Trump re temî kir ku li ‘berçî û bêmal'ên li welatê xwe binere.

    Qasimî, "Ji dêvla ku tu ji welatên din re twitên bêker û heqaretamîz binivîsîne ji bêmal û bêhal, birçî binere, ji wan re çareyeke bibîne dê baştir be."

    Qasimî qedexeya seyahatê ya ku Trump bo welatiyên Îranî ragihandiye bibîr anî û got Trumpê ku Îraniyan weke ‘gelê terorîst' dibîne li welêt kes piştgiriya wî nake.

    Bi heman mijarî:

    Piştî sucdarkirina Trump Çînê Pakistan parast: Têkoşîna dij terorê de hewleke mezin dan
    'Trump hewl dide li serkeftina li Sûriyeyê xwedî derkeve'
    Ji Trump bo Îranê: Dinya temaşe dike
    Ji Trump bo Çînê: Ez gelekî hêvîşikestî bûm
    Îsraîl li Qudsê bi navê Trump rawestgeha trênê çêdike
    Etîketan:
    Twit, Bersiv, Daxuaynî, Qasimî, Trump, Iran, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de