18:39 20 Gulan 2018
    S-400

    Pentagonê bo S-400an bertekeke din nîşanî Tirkiyê da

    © Sputnik / Aleksandr Danichev
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Rûsya û Tirkiyê peymana dawîn a derbarê kirîna S-400an de îmze kirin, bertekên ku ji Amerîkayê hatin berdewam kirin. Rayedarekî NATOyê parast ku ne moşekên S-400 ku Rûsya wan çêdike, lê moşekên ku bi pergalên NATOyê re guncaw ji bo Tirkiyê bijartekên herî baş in.

    Rayedarekî Pentagonê ku nexwest navê xwe bide, di daxuyaniya xwe ya ji Spûtnîkê re got: "Pergala parastina hewayî ya bi pergalên NATOyê re guncaw, bijarteya herî baş e ji bo ku Tirkiyê xwe ji gefên li herêmê biparêze.

    Rayedarê Pentagonê herwiha got ku wî berî niha fikarên xwe yên derbarê kirîna S-400an ya Tirkiyê de anîne ziman. Rayedarê ku lê zêde kir ku Tirkiye hîn jî ji Amerîkayê moşekan dikire û ew dê teslîmata wan ya ji bo Tirkiyê bi lezgînî bikin.

    Rayedarên NATOyê berê jî hin daxuyanî dabûn ku dê pergalên S-400î bi pergalên tifaqê re neguncivin û Tirkiye hişyar kiribûn ku dê ev yek hinek astengiyan derxînin.

    Rûsya û Tirkiyê doh peymana dawî ya kirîna S-400an ku yek ji pergalên herî pêşketî ya parastina hewayi ne îmze kiribûn.

    Li gor peymanê Rûsya dê teslîmata ewil a ji bo Tirkiye di meha Adarê ya sala 2010an de bike.

    Bi heman mijarî:

    'Em jê bifikar in ku sîstemên S-400 û yên NATOyê lihev nekin'
    ‘Divê NATO bi rêkeftina S-400 a Rûsya-Tirkiyê kêfxweş bibe’
    RBK: Rûsya dixwaze heba moşekên S-400, bi 500 milyon dolaran bide Tirkiye
    Wezîrê Tirkiyeyê İşik: Xebatên me yên bi Rûsya re yên derbarê S-400 de gihişt bidawîbûnê
    Amerîka bi şandina S-400 û Su-35ên Rûsî bo Çînê ket metirsiyê
    Parlamentarê Rûsî: Me S-400 ji Çînê re şandin Tirkiye di dorê de ye
    Wezîrê tirk: S-400 wê entegreye pergala NATOyê nebin
    Etîketan:
    S-400, NATO, rayedar, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de