22:02 19 Nîsan 2018
    Xwepêşandan

    Ji Trump bo Îranê: Dinya temaşe dike

    © Sputnik /
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo xwepêşandanên li Îranê got: "Rêvebiriya Îranê, mafê xweîfadekirinê jî di nav de divê rêzê li biryara gelê xwe bigre."

    Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê ji bo xwepêşandanên li Îranê got: "Xelkê Îranê ji ber gendelîyên rejimê û dewlemendiya wan ku li cihanê ji bo terorîzmê finanse dibe bêzar bûye. Niha jî derheqê çalekiyên aştiyane de agahî tên. Rêvebiriya Îranê, mafê xweîfadekirinê jî di nav de divê rêzê li biryara gelê xwe bigre. Dinya vê pêvajoyê dişopîne."

    Piştî xwepêşandanên li bajarê Meşhed û Kaşmerê duhî jî li Kirmaşanê xelk derketin kolanan û rêvebiriya Serokomar Hesen Rûhanî protesto kirin. Li gorî dîmênên Kirmaşanê gelek kes tevlî xwepêşandanan bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Divê hemû welat piştgiriya xwepêşandanên li Îranê bikin
    'Amerîka û Îsraîlê li ser plana rawestandina Îranê li hev kirin’
    Bizavkarê kurd: Rêberekî xwepêşandanên Îranê nîne
    Li gelek bajarên Îranê xwepêşandanên nerazîbûnê
    Ji Îranê bo hemwelatiyên xwe hişyariya Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de