07:38 27 Nîsan 2018
    Quds

    'Amerîka û Îsraîlê li ser plana rawestandina Îranê li hev kirin’

    © AFP 2018 / AHMAD GHARABLI
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 20

    Hat ragihandin ku rayedarên pile bilind ên Amerîka û Îsraîlê li ser plana rawestandina çalakiyên Îranê li Rojhilata Navîn li hev kirine.

    Li gor nûçeya televizyona îsraîlî Channel 10ê rayedarên pile bilind ên amerîkî û îsraîlî du hefte berê hevdîtin pêk anîne û li ser plana rawestandina çalakiyên Îranê li hev kirine.

    ‘BELGE NÎŞANEYA ŞIRÎKATIYEKE NÛ YE'

    Herwiha derbarê rêkeftina Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê de, rojnameya Jerusalem Postê bi zarê rayedarekî Amerîkayê got, "Belgeya rêkeftinê nîşaneya hewla şirîkatiyeke nû ya dijî Îranê ye."

    Rayedarê amerîkî ji rojnameyê re diyar dike, "Rastir e ku mirov jê re bibêje, hîn ev belgeyeke pêşnûmayî ye, lewra planeke hîn nehatiye temamkirin e. Ev ji bo hevkariya dahatuyê çarçoveyek e. Ne dawiya pêvajoyê, lê destpêka wê ye."

    ‘ÎSRAÎL YEK HEVPEYMANA HERÎ NÊZÎK E'

    Ew rayedarê amerîkî herwiha dibêje, "Armanca dijderketina ji aliyê Îranê ve bidestxistina çekên nukleerî ye. Stratejiyeke mezin a çend meh berê heye û hevdîtinên di vê çarçoveyê de hatin kirin. Bi qasî dixuyê, Îsraîl yek ji hevpeymana me ya herî nêzîk e."

    Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî hatina ser kar ragihandibû ku ew dê fişara li ser Îranê zêde bikin û gotibû, ew dê peymana bernameya nukleerî ya digel Îranê jî ji nû ve binirxînin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov raza gewrbûna xwe aşkere kir
    lraqê biryar wergirt zimanê kurdî dîsa li ser kartên kel û pelên xwarinê zêde bike
    Bizavkarê kurd: Rêberekî xwepêşandanên Îranê nîne
    300 milîtanên Nusrayê, ji herêma Gutaya Rojava ya Şamê tên veguhastin
    Appleyê lêborîn xwest û buhayê bataryayan daxist
    Al-Arabiya: Ebadî ji danûstandina kurdan ditirse
    Li Kolombiya teqîn pêk hat: Herî kêm 30 kes birîndar bûn
    Etîketan:
    Îsraîl, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de