07:48 24 Nîsan 2018
    Rus Sukhoi Su-24 uçağı

    Amerîka bi balafirên rûsî pîlotên xwe perwerde dike

    © Sputnik / Dmitriy Vinogradov
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kovara The National Interest di gotarê de ragihand ku kompaniyên amerîkî balafirên Sovyetê MiG-29UB, MiG-21 û Su-27 ên şer bi dest xistine û bi wan pîlotan perwerde dikin.

    Di nivîsa kovarê de hat gotin ku Hêzên Hewayî yên Amerîkayê di perwerdehiyan de balafirên şer ên di heyama Yekîtiya Sovyetê de hatine çêkirin bi kar tîne û kirîna wan balafiran jî berdewam dikin.

    Li gor The National Interestê "Niha kompaniyên amerîkî bi awayekî çalaktir li ser kar dikin ku wan balafirên şer ên rûsî bikirin, lewra hewla bidestxistina wan balafirên dijminan ji aliyê Hêzên Hewayî yên Amerîkayê ve berdewam dike ku dixwazin ji perwerdehiyê bikar bînin."

    AWAYÊ BIDESXISTINA WAN BALAFIRAN NEHAT EŞKEREKIRIN

    Di nivîsê de awayê bidestxistina wan balafiran nayê diyarkirin, lê tê gotin ku wekî mînak; Kompaniya Air USA 2 balafirên MiG-29UB kirîne.

    Herwiha tê gotin ku kompaniya Draken International jî xwedî gelek balafirên süpersonik MiG-21an e û kompaniya Pride Aircraft jî bi hebûna balafirên xwe yên Su-27 ên Sovyetê pesnê xwe dide.

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Bêguman UFO hene
    Berpirsê Şîeyan: Gog niha li qada Hewlêrê ye, divê soza yekparçeyîya Iraqê bidin
    Şandeke hikûmeta Iraqê li Hewlêrê ye
    Pûtîn: Rûsya amade ye bi hemû welatan re hevkariyê bike
    Şoygu: Rûsyayê li Atlantîkê tesîsên bêmînak ava kirin
    Israîlê welatiyên tirk ên ku binçavkiribûn dersînor kirin
    Serokomarê Iraqê hişyarî da Ebadî: Baca redkirina kurdan pir mezin e
    Serokê Goranê ji bo kesên hatine binçavkirin û NRTyê daxuyanî da
    Etîketan:
    Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de