06:20 21 Gulan 2018
    Pentagon

    Pentagon: Bêguman UFO hene

    © AFP 2018 /
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dîrektorê bernameya cismên nayên zanîn a li Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) debarê hebûna UFOyan de got, 'Bêguman UFO hene.'

    Pentagonê derbarê Bernameya Pênasekirina Fişarên Fezaya Pêşveçûyî (AATIP) di sala 2012an de derbarê cisimên ku bêmotor û zêde zêde bilêz hereket dikin biisrar îddia dikir ku belgeyan amade dike. Dîrektorê AATIPê Luis Elizando jî eşkere kir ku bi tenê ew du meh berê ji karê xwe veqetiyayê.

    ‘JI GUMANA MAQÛL Û BI WÊ DE YE'

    Rêveberê Pentagonê ji medyaya amerîkî û ingilîz re axivî û diyar kir, hebûna UFOyên ku ji însanan teknolojiya zêde bipşêdeçûyî bikar tînin ji gumanê bi wêdetir e û got, "Divê li hemberî fişarên potansiyel ên UFOyan welat zêdetir hay ji xwe hebin."

    ‘TESÎSÊN NUKLEER, SANTRALÊN ENERJIYÊ'

    Serokê AATIPê diyar e yên ku UFOyan bikar tînin ne însan in û wiha pê de çû, "Deverên ku UFO lê tên dîtin, bi piranî herêmên germ in û dem bi dem li deverên ku tesîsên nukleer û santralên enrejiyê lê hene têne xuyakirin."

    ‘LEZÛBEZÎ QABILIYETA MANEWRAYÊ'

    Elizando teqez dike ku ‘qabîliyeta bilezûbez, lez a ku bêyî teqînekê pêk were û ji deng bilêzbûntir, leza ku di saetê de digihîje 8 hezar mîlan, tunebûna rûyên wan ên kontrolê' û herwiha got van cisîman "Tu carî neyartiya xwe nîşan nedane lê divê li hember vê hereket û manewraya ku li dinyyaê tu kes nikare bike hişyar bin û amade bin."

    Sala 2004an wexta pîlot David Fravor ku şahidê ‘rasthatina UFOyan'e ji CNNê re ragihand ku ‘teqez' UFO hene weke ‘qehremanê netewî' hatibû îlan kirin. Elizando li ser vê yekê got ku, ji ber nepeniya zêde îsîfa kir. Di nameya xwe ya ku Wezîrê Parastinê James Mattis re nivîsî bû figot, "Em çima ji bo vê mijarê zêdetir dem û derfetê terxan nakin?"

    ‘XERIBIYA LI HEWAYÊ DIBE KU HER TIM NE UFO BE'

    Hindek pisporên din diyar dikin ku dîtina UFOyan bi piranî daxuyaniyeke dunyevî ye, dema ku tune be jî nayê wê wateyê ku ev yek wek delîla hebûna fezayiyan bê nirxandin."

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Îdiaya li ‘Barcelonayê UFO hat dîtin'
    Piştî Amerîkayê welatekî din jî balyozxaneya xwe vediguhestîne Qudsê
    McGurk xerciyên Amerîkayê di şerê Mûsilê de eşkere kir
    Çekên ku Amerîkayê ji bo YPG/HSDê şandine
    Etîketan:
    santralên nukleer, tesîsên nukleer, Lêkolînên li ser UFOyan, Fişarên UFOyan, UFO, guman, Luis Elizando, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de