17:36 22 Nîsan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Rêveberiya Trump dê lîsteya ‘zilamên nebaş' ên rûsî pêşkeşî kongreyê bike

    © REUTERS / Joshua Roberts
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate ragihandin ku rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ku pêşkeşî kongreye bike lîsteya ‘zilamên nebaş' ên rûsî amade dike.

    Li gorî nûçeya Kommersantê rêveberiya Washingtonê ji burokratên payebilind ên rûs ên nêzî hikûmetê raporteke bi navê ‘Raporta Kremlînê' amade dike.

    Tê payîn ku lîste heta dawiya meha çile amade bibe. Tê gotin ku lîste di çarçoveya biryara Trumpa a ku di meha tebaxê de îmze kiribû ku tê dihat gotin ku ‘dê bi rêya mueyîdeyan bersivê bidine reqîbên Amerîkaye' dê bersiv were dayîn hatibû amadekirin.

    Li gorî qanûnê tê payîn kesên ku tevlî raportê bûne dê rasterast rastî mueyîdeyan neyên kirin lê îhtîmala mueyîdeyên li ser van kesan zêde dibe.

    ‘DIVÊ LÎSTEYEKE ‘ZILAMÊN NEBAŞ' ÊN RÛSÎ WERE AMADEKIRIN'

    Pisporê Konseya Atlantîkê Daniel Fried ragihand ku raport ji aliye Wezareta Gencîneyê, Wezareta Derve û gelek saziyan ve hatiye amadekirin.

    Fried destnîşan kir ku, "Ev ne lîsteyeke ew çend berfireh e, lê divê baş were amadekirin. Ya rastî bi kurtasî lîsteyeke ‘zilamên nebaş' were amadekirin dê rasttir be. Yanî kesên ku rast yên ku gendelî kirine, yên ku sûcên tawanbar kirine û herwiha çalakiyên êrîşkar pêkanîne di lîsteyê de hebin."

    Bi heman mijarî:

    Piştî biryara Trump, hejmara Filistîniyên ku can dane derket 12an
    Erdogan: Ez li bendê me ku Trump li min bigere
    Biryara Trump a Qudsê li NYyê hat redkirin
    Wezîrê tirk: Gefxwarina Trump zordarî ye
    Yasaya Bacê hat pesendkirin, dê Trump li Koşka Spî vê pîroz bike
    Trump stratejiya ewlekariya netewî ya Amerîkayê bi 4 xalan ragihand
    Etîketan:
    Raporta Kremlînê, lîsteya zilamên nebaş, mueyîde, Daniel Fried, Donald Trump, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de