14:40 22 Gulan 2018
    Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un

    Koreya Bakur ‘pêşnûmaya gotûbêjkirina bernameya nukleerî' ya Amerîkayê red kir

    © REUTERS / KCNA
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya fermî ya Partiya Karkeran li Koreya Bakur Rodong Sinmun ragihand ku dê Koreya Bakur bi Amerîkayê re gotûbeja bernameya nukleerî neke. Rêveberiyê diyar kir ku vê yekê weke hewldaneke bergiriyê li hemberî mueyîdeyên nû yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dibîne.

    Rêveberiya Pyongyang ragihand ku ew dê bi Amerîkayê re gotûbêjan neke.

    Pyongyang pêşnûmaya Amerîkayê ya ku tê de tê destnîşan kirin ku bi Koreya Bakur re gotubêjan bike red kir. Rêveberiyê îdia kir ku ev yek dê rê li ber mueyîdeyên nû yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bo Koreya Bakur veke.

    Di daxuyaniyê de cih dane van nirxandinan:

    "Amerîka bi usluba xwe ya êrîşkar ji hewldanên Nîvgirava Koreyê me sûcdar dibîne. Em dê di darê kêmkirina çekên nukleerî de bi qasî serê derziyê jî paş de gavan neavêjin."

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tillerson gotibû ku, "Heta armanca paqijkirina ji çekên nukleerî bo Koreya Bakur pêk neyê, pêwîst e fişara siyasî û aborî berdewam bike."Wezîrê Amerîkayê herwiha destnîşan kiribû, ew dê kanalên pêwendiyê vekirî bihêlin û pêwîst e Koreya Bakur mafê danûstandina bi Amerîkayê re bi dest bîne

     

    Bi heman mijarî:

    Koşka Spî: Koreya Bakur dixwaze bi milyonan amerîkiyan bikuje
    Amerîkayê dîsa derbarê Koreya Bakur de fikrê xwe guhert
    Ryabkov: Xemnake ku hîn jî Amerîka û Koreya Bakur bo diyalogê pêşşertan pêşkêş dikin
    Koreya Bakur ji DYAyê re: Em ê wek çalakiyeke şerî bihesibînin
    Etîketan:
    daxuyanî, danustendin, gotubêj, Kim Jong un, Amerîka, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de