08:47 23 Nîsan 2018
    Nikki Haley

    Amerîkayê tehdîd kir: Em vê ji bîr nakin

    © AP Photo / Seth Wenig
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Amerîkayê hem pêşnûmaya Qudsê ku pêşkêşî Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) veto kir û hem jî tehdîd kir.

    Nûnera Amerîkayê ya Daîmî li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley
    © AFP 2018 / Jewel SAMAD
    Hefteyên borî Serokê Amerîkayê Donald Trump Rojhilatê Qudsê wekî paytextê Îsraîlê îlan kiribû. Ji bo ku ev îlana Trump a Qudsê ji hêla hiqûqî ve bê wate bimîne pêşnûmayek pêşkêşî Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hat kirin. Amerîkayê hem pêşnûma veto kir û hem jî tehdîd kir.

    Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley di axaftina xwe de ragihand ku pêşnûma hereketeke li hemberî Amerîkayê ye û got: "Em ê vê ji bîr nekin."

    Nikki Haley di berdewamiya axaftina xwe de 14 welatên ku piştgirî dane pêşnûmayê rexne kirin û ragihand ku ev 14 welat ji bo çareseriya pirsgirêka Îsraîl û Filistînê piştgiriyê nadin. Sebra xelkê amerîkî diqede.

    Bi heman mijarî:

    Nikki Haley: Em rêzê ji daxwaza gelê Kurdistanê re digirin
    Haley: NY zorîyê li Îsraîlê dike
    Haley tund axivî: Ya hûn hevalê me ne an jî hûn ê Koreya Bakur in
    Haley: Em piştgiriyeke tam didin çareseriya du dewletî
    Etîketan:
    Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî (KENY), Nikki Haley, Quds, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de