12:11 25 Gulan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Trump stratejiya ewlekariya netewî ya Amerîkayê bi 4 xalan ragihand

    © REUTERS / Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump stratejiya ewlekariya netewî ya welatê xwe eşkere kir.

    Trump di axaftina xwe de bal kişand ser sedemên parastina ewlekariya netewî ya Amerîkayê û got, 'Divê Amerîka li seranserê dinyayê bi hêz û bandortir bibe.'

    Hin sermijarên axaftina Trump:

    • Xetaya herî mezin a serokên berê ew bû ku sînorên welat heta dawiyê vekirin.
    • DYAyê di serdema min de, car din derfeta keşifkirina mezinbûna xwe bi dest xist.

    'PASAVANÊN ÎRANÊ PIŞTGIRIYA TERORÎZMÊ DIKIRIN, ME DORPÊÇ DANÎ SER'

    • Pasavanên Şoreşa Îranê piştgiriya terorîzmê dikirin û me dorpêç li ser wan sepandin.
    • Amerîkayê derbên mezin li DAIŞê xistin. Bi ku ve birevin em wan dişopînin û em destûrê nadin bikevin nav sînorên Amerîkayê.
    • Hêj gelek tiştên ji bo îzolekirina Koreya Bakur bên kirine hene. Divê ev rejîm nebe gef ji dinyayê re.
    • Ger em sînorên xwe neparêzin, em nikarin welatê xwe biparêzin.
    • Stratejiya Ewlekariya Netewî nêrîna hevbeş a rêveberiyê ye.

    'EM RÛBIRÛYÎ HÊZÊN HEVRIK IN: RÛSYA Û ÇÎN'

    • Em rûbirûyî hêzên hevrik in: Rûsya û Çîn. Em dê hevkariya xwe ya bi van welatan re, li ser hîmê parastina ewlekariya netewî berdewam bikin.
    • Doh Serokê Rûsyayê telefonî min kir û bi sedema xebatên îstixbarata Amerîkayê spasî kir.

    4 PRENSÎBÊN STRATEJIYA EWLEKARIYA NETEWÎ YA AMERÎKAYÊ

    • Dê belgeya stratejiya me ya nû ya ewlekariyê pêşî ewlekariya sînorên bide pêşiya xwe.
    • Prensîba duyemîn a stratejiya me, parastina aramiya Amerîkayê û bihêzkirina wê ye.
    •  Xala sêyemîn a stratejiya me, parastina bihêz a aştiyê ye.
    • Stratejiya me gefên sîberî wek gefên nû dîbîne.
    • Lingê din ê stratejiya me jî li seranserê dinyayê zêdekirina hêz û bandora Amerîkayê ye.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Dema Kongreya Soçiyê diyar nebûye, lê ti pirsgirêk jî nîne
    Rûsya bang li Amerîkayê kir: Ji Ewropayê çekên xwe yên nuklerî vekşînin
    Amerîka: îdiaya ku Bexdadî di destê Amerîkayê de ye mixabin ne rast e
    Li Amerîkayê trêna rêwiyan ji xetê derket, herî kêm 3 kes mirin
    Amerîka pêşniyara Qudsê ya Filîstînê li NYyê veto kir
    Li Şirnexê wesayîta polîsan li zarokekî 4 salî qelibî
    Peskov: Agahiyên CIAyê dan me jiyana gelek kesan xelas kir
    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de