20:05 19 Çile 2018
Zindî
    Bexdadî - Ebû Bekir El Bexdadî

    Amerîka: îdiaya ku Bexdadî di destê Amerîkayê de ye mixabin ne rast e

    © AP Photo/
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Koalisyona ku pêşengiya wê Amerîka dike îdiaya ku rojnamaya Yeni Şafak a tirk avêtibû holê digot Serokê DAIŞê Ebubekir Bexdadî di destê Amerîkayê de ye, ne rast e.

    Berdevkê koalisyonê li ser îdiayên Yeni Şafakê got, "Mixabin, ne rast e" Ji hêla din ve Berdevkê Çapemeniyê yê Operasyona Hevpar ya Bibiryar a Xwezayî ji Sputnîkê re ragihand ku, "Ger cihê Bexdadî diyar bûna ta niha ya dê bihata kuştin ya jî dê bi tawana sûcên şer ew bihatana desteserkirin, ji vêye bawer bikin."

    'ÎDIA EW E KU BEXDADÎ JI IRAQÊ BIRINE SÛRIYEYÊ'

    Li gorî nûçeya Yeni Şafak a ku li Tirkiyeyê weşanê dike ku ew jî xwe dispêre çavkaniyeke Sûriyeyî û digot serokê DAIŞê Bexdadî li Iraqê hatiye girtin û ji wir birine baregaha Amerîkayê ya li bajarê Resulaynê, paşê ew ji wir birine qereqoleke nêzî bajarê Hesekê. Li gorî agahiyên ku heman çavkanî dide, Bexdadî yek jê Iraqî tevî heft fermandaran hatiye zeftkirin.

    Meha mijdarê jî çavkaniyeke nêzî Hizbullahê jî îddia kiribû ku serkê DAIŞê Bexdadî di operasyona Ebû Kemal a Sûriyeyê hatiye kuştin.

    LI GORÎ RÛSYAYÊ BEXDADÎ MIR, LI GORÎ AMERÎKAYÊ DIJÎ

    Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di 28ê gulanê de diyar kiribû ku serokê DAIŞê d; operasyonên esmanî de hatiye kuştin lê Amerîkayê ev agahî pişterast nekiribû. Pentagonê di meha cotmehê de daxuyaniyek dabû tê de gotibû ku Bexdadî hîn dijî.

    Bi heman mijarî:

    ‘Ebûbekir Bexdadî li Sûriyeyê hatiye girtin'
    Alnahar: Ebûbekîr Bexdadî xwe li çolê vedişêrê
    Pentagonê dengê Bexdadî daxuyanî da: Li gor mentiqê sax e
    Etîketan:
    îdia, mirin, Bexdadî, Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de