02:37 26 Nîsan 2018
    Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY)

    Amerîka pêşniyara Qudsê ya Filîstînê li NYyê veto kir

    © REUTERS / Joe Penney
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku dê Amerîka, pêşniyara Filîstînê ya li dijî biryara veguhestina paytexta Îsraîlê ji Telewîwê bo Qudsê li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) veto bike.

    Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley, li dema rûniştina civata giştî ya NYyê ragihand ku Washingtonê pêşniyara derbarê Qudsê de ya Filîstînê veto kiriye.

    Piştî daxuyaniya Haley hat ragihandin ku dê pêşniyar qanûna Filîstînê di Civata Giştî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de derbas nebe.

    Li gor pêşniyar qanûna rêveberiya Filîstînê ku hefteya borî ji KENYyê re hatibû pêşkeşkirin, tê xwestin ku statuya Qudsê bi her du rêveberîyên Îsraîl û Filîstînê ve girêdayî were çareserkirin.

    Di pêşniyar qanûnê de tê gotin, "Ti biryarek nikare statu û demografiya Qudsê biguherîne û ti erkeke yasayî ya çalakiyeke wiha nîne. Lewma jî divê bê betalkirin."

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê trêna rêwiyan ji xetê derket, herî kêm 3 kes mirin
    ‘Ger ku peyva Kurdistanê bê cizakirin divê hun bapîrê xwe Sultan Sencer ciza bikin'
    Li Şirnexê wesayîta polîsan li zarokekî 4 salî qelibî
    Peskov: Agahiyên CIAyê dan me jiyana gelek kesan xelas kir
    Pûtîn wexta ku werzişê bike wê li ba we be
    Etîketan:
    Filîsitîn, Îsraîl, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de