04:56 21 Nîsan 2018
    Donald Trump - General H.R. McMaster

    Washington: Ewilîn karê me çareserkirina kêşeya Hêrêma Kurdistanê û Bexdayê ye

    © AFP 2018 / NICHOLAS KAMM
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Herbert Raymon McMaster diyar kir ku Kurdistanê geşedanên mezin nîşan danê û mûcîze pêkanîne. McMAster da zanîn ku ew wekî DYAyê bi vê serkeftina Kurdistanê ve girêdayîne û weh agot: "Heman, wekî ku me di şerê 2. ê Kendavê de kir em bi vê ve girêdayî ne."

    McMaster di 11. Konferansa Terorîzmê ya Weqfa Jamestown de axivî û da zanîn ku yek ji karên ewiltirîn yê Serokê DYAyê Donald Trump, Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Rex Tillerson û Konseya Ewlehiyê ya DYA ewe ku kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de çareser bikin.

    McMaster destnîşan kir ku DYAyê di sala 1991ê de alîkariya gelê Kurdistanê kiriye û pêşî li bûyerên ku gelê Kurdistanê kirine armanc girtiye û anîna îstîkrarê ji bo nava Iraqê 12 salan girtiye weha pê de çû: "DYAyê û mutefîkên wê di sala 2003an de ji bo demokratîkbûna Iraqê dawî li rejîma Seddam anîn. Piştî têkçûna rejîma Seddam, li gel ev qas bûyerên ku li Kurdistanê hatin jiyîn jî li Kurdistanê mûcîzeyek pêk hat.

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Li Sûriyê balafirên Amerîka û Rûsyayê pir nêzîkî hev bûn
    Amerîka hejmara leşkerên xwe zêde dike
    Kremlînê bersiva Amerîka ya ‘serkeftinê' da
    'Amadebûna Amerîka ji bo diyaloga bi Koreyê re sînyaleke baş e'
    Amerîka: Milîsên Heşda Şeibî hêzên me tehdîd dikin
    Erdogan: Amerîka bû şirîkê xwîna ku li Qudsê tê rijandin
    Etîketan:
    rejîm, konsey, çareserî, Herbert Raymon (HR) McMaster, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de