Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis serdana ofîsa çapemeniyê ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) kir û daxuyaniyek da çapemeniyê.
James Mattis di derbarê şerê li dijî DAIŞê de diyar kir ku ew şer hîn neqediyaye û got, "Niha DAIŞ tê belavkirin. Ya rast şer hêj neqediyaye. Bi ew kesên dibêjin, DAIŞ qediyaye, bawer nekin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî wan berdewam dikin û nikarin li hemberî hevpeymana me bisekinin û direvin."Mattis dest nîşan kir ku artêşa Sûriye û Rûsya jî li rojavayê Firatê DAIŞ zeft kiriye û li ser bidawîbûna şerê li Sûriyeyê got, "Em dipên, ku dîplomatên bi pêşengtiya Mistura vê yekê li Cenevê çareser bikin."
James Mattis bal kişand ser bûyerên astengkirinê yên di navbera balafirên Rûsî û Amerîkayî jî û ragihand ku qenalên ragihandinê yên di navbera navendên tevgerê yên Rûsya û Amerîkayê vekiriye, lê wî fêm nekiriye ji bo çi balafirên Rûsî bi rêya van qenalan têkilî nedanîne û ketine herêma operasyona hewayî ya Amerîkayê.
Wezîrê Amerîkayî derbirî ku Îran di serî de Yemen, Sûriye û Lubnanê, li herêmê dibe sedema bêaramiyê û got, "Li ku derê aloziyek hebe, em li wir destê Îranê dibînin."
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)