14:49 19 Nîsan 2018
    Donald Trump

    Trump: Hemwelatiyên xwe yên bêkêr bi ser me de dişînin

    © REUTERS / Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya li merasîma destûryarî ya Akademîya Nivîsgeha Lêpirsîna Federalî (FBI) de, derbarê hatina bi Karta Kesk a hemwelatiyên welatên derve bo Amerîkayê de axivî.

    Trump li ser mijara Karta Kesk got, "Bi pişkê mirov tên hilbijartin. Ma hûn difikirin ku ew welat hemwelatiyên xwe yên herî baş ji me re dişînin? Nexêr! Yên herî bêkêr bi ser me de dişînin."

    Trump herwiha bangewazî li Kongreya Amerîkayê kir ku bi pişkê biryardana hatina koçberan û dayîna vîzeyê bo wan were rakirin û li şûna wê jî sîstemeke li ser jêhatîbûna kesan were damezirandin.

    Serokê Amerîkayê beriya niha jî daxwaza guhertina yasayên koçberan kiribû û ji Kongreyê xwestibû xebatê li ser wê mijarê bike.

    Bi heman mijarî:

    DYAyê dîmenên ceribandinên nukleerî yên heyama şerê sar weşandin
    Amerîkayê dîsa derbarê Koreya Bakur de fikrê xwe guhert
    Li Endonezya erdhej: Hişyariya tsûnamiyê hat dayin
    NATO îdîakir ku Rûsya Peymana Hêzên Nukleerî yên Menzîla Navîncî binpêkiriye
    Fermandarê Pasdarên Îranê li Dêrezorê hat kuştin
    Li Wanê derbarê 'çar perçeyên Kurdistanê' de konferans dê birêve biçe
    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de