15:30 21 Çile 2018
Zindî
    Kurd - Rojava - Dirbêsiyê - Al

    CIA: Divê em Kurdistana xweser a Sûriyeyê bi Tirkiyeyê bidin fêhmkirin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 30

    Serokê Rêxistina Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) yê berê Michael Hayden di axaftina xwe de ragihand ku nasnameya dewletbûn a Iraq û Sûriyeyê li paş ma, wê pêkhateyên nû derkevin holê.

    HSD
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Serokê Rêxistina Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) yê berê Michael Hayden li Washîngtonê di axaftina xwe ya girtina konferansa Weqfa Jameston de got: "Nasnameya dewletbûn a Iraq û Sûriyeyê li paş ma, wê pêkhateyên nû derkevin holê û yek ji van jî Kurdistana xweser e. Ji bo pêşeroja kurdan divê Amerîka bi Tirkiyeyê re têkeve nava diyalogeke nêzîk."

    ‘EM SPASIYA KURDAN DIKIN'

    Mchael Hayden di berdewamiya axaftina xwe de behsa avakirina dewletek kurdî kir û got: "Li gorî nêrîna min êdî dewletên bi navê Iraq û Sûriye tineye. Bi temamî winda nebûn, lê nasnameya wan a dewletbûnê li paş ma. Wê pêkhateyên nû derkevin holê û yek ji van jî Kurdistana xweser e. Em amerîkî ji bo şerê dawî spasiya kurdan dikin. We Kurdistana xweser ava bibe û divê em vê ji dostên xwe yên li Enqereyê re bêjin."

    Bi heman mijarî:

    Siyasetmedar li ser encamdana hilbijartinan û pêşeroja Rojava çi dibêjin?
    AFP: Îsraîl ji bo Şerîaya Rojava dest bi sewkiyata leşkerî kir
    Encamên hilbijartina li Rojava hat eşkerekirin
    Rayedarên Rojava beşdarbûna şandeya Herêma Kurdistanê di hilbijartinan de nirxand
    Îlham Ehmed: Gaveke din ji bo sîstema federalî li Rojava hat avêtin
    Etîketan:
    Serokê CIAyê yê berê, Michael Hayden, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de