22:49 22 Çile 2018
Zindî
    Îran Moşek

    Washîngton: Hat îspatkirin ku Îran moşeka dide husiyan

    © AP Photo/ Amir Kholousi, ISNA
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley di axaftina xwe de ragihand ku Îran moşekan ji milîsên husî re peyde dike û ev ihlala yasayên navneteweyî ye.

    Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley li Washîngtonê di axaftina xwe ya çapemenî ku li baregeheke leşkerî li dar xist de perçeyên ku husiyan ji herêma ku di bin kontrola wan de bû avêtibûn Erebistana Siûdî pêşkêşî rojnamevanan kir.

    Nikki Haley di axaftina xwe de got: "Li ser perçeyan delîl û îşaretên ku li Îranê hatine çêkirin hene."

    Haley di berdewamiya axaftina xwe de got: "Îran biryarên Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi eşkere ihlal dike. Êdî Amerîka dê welatên din li hemberî van hereketên Îranê bîne cem hev."

    Bi heman mijarî:

    Macron: Moşeka Husiyan ya li dijî Erebistanê çêkirina Îranê ye
    Berdevkê hêzên koalîsyonê: Moşekên ku husiyan avêtin Siûdî yên Îranê ne
    ‘Husiyan bi moşeka balîstîk êrişî Erebîstana Siûdî kir'
    Husiyan bi moşekên balîstîk êrişî Erebistana Siûdî kirin
    Husiyan êrişî firqateyna Erebîstana Siûdî kir: 2 kuştî û 3 birîndar
    Etîketan:
    Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî, Nikki Haley, Îran, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de