15:11 22 Çile 2018
Zindî
    Wezîrê Karên Derve yê Heyama Trump Rex Tillerson

    Ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê îtîrafa referandûma serxwebûnê

    © AFP 2018/ ERIC PIERMONT
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li Washîngtonê di axaftina xwe de ragihand ku referandûma serxwebûna Kurdistanê dibû sedema perçebûna Iraqê.

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di axaftina xwe ya saziya fikrî ya Atlantic Councilê de ji bo polîtîkaya sala 2017an de got: "Amerîka di siyaseta xwe ya Iraqê de tim yekrêziya axa welat parastiye, lê berpirsên kurd bi referandûma serxwebûnê dixwestin Iraqê perçe bikin."

    Rex Tillerson di berdewamiya axaftina xwe de got: "Niha em dixwazin emîn bibin ku Hewlêr û Bexda bi hev re bimînin û ji bo vê dixebitin. Divê gengeşiya navbera herdu aliyan biqede û di çarçoveya Destûra Bingehîn de diyalog were destpêkirin. Lê li Iraqê ticarî Destûra Bingehîn bi temamî nehate sepandin."

    Tillerson di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di demên borî de jî me piştgiriya kurdan kir û ji bo Destûra Bingehîn were sepandin niha jî em vê piştgiriyê didomînin. Eger destûr were sepandin wê hinek daxwazên kurdan bi cih werin. Bi vê siyasetê em hêvî dikin ku yekîtiya Iraqê were sazkirin."

    Bi heman mijarî:

    Tillerson: Amerîka bêyî pêşmercan amade ye bi Koreya Bakur re rûne
    Tillerson: Bi îhtimeleke mezin balyozxane heta 2 salan nayê veguhastin
    Tillerson: Me amadekariyên birina balyozxaneyê bo Qûdsê dan destpêkirin
    Lavrov û Tillerson hevdîtin pêk tînin
    Trump: Em di hin mijaran de li hev nekin jî Tillerson naçe
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Rex Tillerson, Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de