00:46 24 Hezîran 2018
Alên Rûsya û Amerîkayê

Amerîka: Ger Rûsya dawî li binpêkirinên xwe neyîne em dê bergiriyê bikin

© AFP 2018 / Mladen ANTONOV
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê îddia kir ku Rûsya Rêkeftina Moşekên Menzîlkurt û Menzîlnavîn binpê dike û amaje pê kir ku eger Moskowa dawî li binpêkirinên xwe neyîne Washington dê bergiriyên darayî û leşkerî bike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di salvegera 30emîn ya Rêkeftina Moşekên Menzîlkurt û menzîlnavîn de daxuyaniyek da.

Wezaretê ragihand ku ew dê hewl bidin Rûsyayê qanî bikin û wiha pê de çû, "Em hewl didin ku Rûsya qanî bibe lê ji aliyê din ve jî dê Washington ji binpêkirinên Moskowayê re bêdeng nemîne. Em dê hewl bidin çareseriyeke dîplomatîk bibînin lê ji bo ku em Rûsyayê qanî bikin em dê bergiriyên darayî û lşkerî jî di ber çavan re derbas bikin."

Ji hêla din ve Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihandibû ku Rûsyayê Rêkeftina Moşekên Menzîlkurt û Menzîlnavîn binpê nekiriye û lewra niyeta wan tune ye ku hevpeymanya navborî xira bikin.

Bi heman mijarî:

Lavrov piştî 3 salan cara ewil bi Klimkin re axivî
Pûtîn roja duşemê serdana Enqereyê dike
Lavrov: Li Idlîbê bi Amerîkayê re tu plana me ya hevkariyê tune ye
'DYAê soz daye kurdan ku wan bigihîne Deryaya Spî'
Etîketan:
Rêkeftin, Moşek, Daxuyanî, Sergey Ryabkov, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de