08:40 21 Sibat 2018
Zindî
    HSD

    'Ihtimal tine ku têkiliyên DYA û Tirkiyeyê asayî bibin'

    © AP Photo/ Syrian Democratic Forces
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Mamosteyê Zanîngeha Selahedîn a Herêma Kurdistanê Dr. Parwez Rehîm diyar kir ku ihtimal tine ku têkiliyên DYA û Tirkiyeyê baş bibin û siberoja têkiliyên kurdan û DYA bi gelek faktoran ve girêdayî ye û got," eger kurd têkiliyên xwe bi Şamê re baş bikin, dibe Rûsya nehêle Tirkiye kurdan qels bike".

    Rehîm ji Spûtnîkê re daxuyaniya Trumpî a 24ê Mijdarê şirove kir û diyar kir ku divê mirov ji bîr neke ku birêveheriya DYAyê ya heyî li Sûriyeyê ne xwedan stratejiyeke hevgir e û wiha axivî: Tiştê giring li vir ew e ku şandina alîkariya leşkerî ne beşek ji stratejiya DYAyê ye. Ji ber vê sedemê, wiha dixuyê ku bi stratejiya DYAyê re nakok e.

    "DESTBERDANA DYAYÊ JI KURDAN BI ÇEND FAKTORAN VE FIRÊDAYÎ YE"

    Herwiha Rehîmî destnîşan kir, tenê li ser demeke dirêj dê diyar bibe bê gelo DYA dest ji kurdan berdaye yan na û wiha pê de çû: "Ev jî bi guhertinên li ser erdê, hevsengiya navbera hêzên herêmî û pirsên terorîzmê yan jî derketinê rêxistinên ên nû yên terorkar ve girêdayî ye."

    Mamoste Rehîmî piştrast kir ku niyeta rast a DYAyê li Sûriyeyê ne zelal e û diyar kir ku wiha bawer dike, dibe piştgiriya leşkerî ya rasterast û li ber çavan bê taloqkirin lê hevkariya leşkerî û piştgirî dê di çarçoveyeke nû û bi awayekî nerasterast dewam bike.

    "TÊKILIYÊN ÎRAN Û ÎSRAÎLÊ JÎ JI BO KURDÊN ROJAVA GIRING IN"

    Li gorî akademesiyen Dr. Parwaz Rehîmî, "rewş gelekî girêdayî guherînên li ser erdê yên li Sûriyeyê ye, nexasim lihevkirina DYA-Rûsyayê ya li ser dahatûya Sûriyeyê  û herwiha têkiliyên DYA û Tirkiyeyê jî."

    Rehîm bal kişand ser rageşiya navbera Îsraîl û Îranê jî diyar kir ku rageşiya Îsraîl û Îranê û stratejiya herdûyan jî giring in.

    "DYAYÊ DÊ NIKARIBE TÊKILIYÊN XWE BI TIRKIYEYÊ RE ASAYÎ BIKE"

    Herwiha Rehîmî diyar kir ku sedema Trump sozeke wiha daye Tirkiyeyê, ew e ku ji nêzîkatiya Tirkiye û Rûsyayê ne razî ye lewra hewl dide têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re asayî bike.

    Ji aliyê din ve Rehîm balê dikişîne ser doza Reza Sarrafî ya ku têkiliyên wê digihêjin rayedarên Tirkiyeyê û dibêje: "Bi giştî ihtimal tine ku Enqereya di bin (birêvberiya(Erdoganî têkiliyên xwe bi Washingtonê re asayî bike, li gel ku ya dawî lê dixebite ku 'nîgeraniyên Tirkiyeyê derbarê çekdarkirina kurdan de kêm bike û serokatiya Tirkiyeyê dûrî bloka Rûsya û Îranê bigire."

    Akademesiyenî teqez kir ku pêwîstiya DYAyê bi Tirkiyeyê heye daku bandora Îranê li Sûriye, Libnan û Iraqê kêm bike lê rageşiya navbera Enqere û Washingtonê dê dewam bike, heta ku DYA û Rûsya di gelek mijaran de li hev bikin."

    "DIBE RÛSYA NEHÊLE TIKRIYE KURDAN QELS BIKE"

    Herwiha destnîşan dike ku kurdên Sûriyeyê bikarin têkiliyên xwe bi Şamê re serrast bikin, dibe ku Rûsya wek "parêzera" hikûmeta Sûriyeyê nehêle Tirkiye kurdan qels bike û misoger kir ku "berjewndiyên Rûsya û Tirkiyeyê li Sûriyeyê ji hev nagirin û muhtemelen Moskow "dê kurdan wek kart di dest^exwe de bihêle daku li dijî Tirkiyeyê bi kar bîne, eger nakokiyek çêbibe."

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Iraq û Sûriyeyê li Ebû Kemalê gihîştin hev
    Baregehên leşkerî yên Amerîka û NATOyê yên li Tirkiye û Sûriyeyê
    Îzvestiya: Rûsya dê bibe pêşeng ku komisyona destûrê li Sûriyeyê were damezirandin
    Li Sûriyeyê ‘pireke nepen a tankan' hate bikaranîn
    Etîketan:
    têkiliyên Amerîka û kurdan, kurd, HSD, Donald Trump, recep Tayyip Erdogan, DYA, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de