00:24 19 Hezîran 2018
Rex Tillerson

Tillerson: Bi îhtimeleke mezin balyozxane heta 2 salan nayê veguhastin

© REUTERS / Murad Sezer
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson piştî ku Amerîkayê Quds wekî paytexta Îsraîlê qebûl kir û biryar da ku balyozxaneya xwe ya li Tel Avîvê veguhezin Qudsê daxuyaniyek da. Tillerson got, veguhastina balyozxaneyê ‘bi îhtimaleke mezin heta 2 salan pêk nayê'.

Tillerson li Fransayê bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian re civiya û paşê daxuyaniyek da.

‘NE TIŞTEKÎ WİSA YE KU ÎSAL AN JÎ DU SAL ŞÛNDE BIBE'

Tillerson got, "Ev (veguhastina balyozxaneyê), ne tiştekî wisa ye ku îsal an jî du sal şûnde bibe. Lê Serok (Trump) xwest ku em gelekî şênber û bi biryar tevbigerin."

Tillerson herwisa got, nasîna Qudsê wekî paytexta Îsraîlê ‘Di mijara statuya teqez a Qudsê de ne nîşane ye'.

Wezîrê Karên Derv yê Îsraîlê got, sînorên Qudsê wê di navbera Îsraîlî û Filîstîniyan de were guftûgokirin û encam dan.

 

Bi heman mijarî:

Abdurrahman Kurt ji Qudsê biryara Trump ji Spûtnîkê re şîrove kir
Trump pîrozbahiya Hanûkayê diyarî Qudsê kir
'Biryara Trumpî ya Qudsê dişibe biryara serxwebûna Kurdistanê'
Kremlînê derbarê Qudsê de daxuyanî da: Dê di nav civaka navdewletî de şikestinekê pêk bîne
Mogherînî derbarê Qudsê de got: Îhtîmal heye ku ev biryar me vegerîne demên tarîtir
HDPê derbarê Qudsê de daxuyaniyek da
Etîketan:
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Rex Tillerson, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de