04:06 28 Gulan 2018
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

Lavrov: Amerîka li Rojhilata Navîn dixwaze peymana sedsalê îmze bike

Sputnik
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî civîna doh ya bi hemkarê xwe yê amerîkî re ragihand ku Rex Tillerson jê re gotiye hêvîdar im Washington li Rojhilata Navîn ‘peymana sedsalê' îmze bike.

Lavrov li Viyanayê di konferanseke çapemeniyê de axivî û got, "Rex Tillerson diyar kir ku Amerîka dixwaze peymana ku bi yekcarê qeyrana Îsraîl-Filistînê çareser bike îmze bike. Em weke Rûsya dixwazin hîn bibin ku ev peyman dê peymaneke çawa be?"

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hemkarê wî yê Amerîkî Rex Tillerson
© REUTERS / Maxim Shemetov
'BIRYARA QÛDSÊ CIVAKA NAVDEWLETÎ DABEŞ KIR'

Lavrov teqez kir ku biryara Amerîkayê bo Qûdsê bi hemû peymanên heyî re hevnagir e û got vê biryarê civaka navdewletî dabeş kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara ku Qûds weke paytexta Îsraîlê nas dike îmze kiribû. Herwiha Trump di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kiribû ku wan bi temametî dev ji rêkeftin3en dualî jî bernedane.

 

Bi heman mijarî:

Lavrov sedema zêdebûna terorê li Rojhilata Navîn diyar kir
Lavrov: Em giringiyê didinê ku Rojhilata Navîn neyê perçekirin
Wezareta Rûsî: Em li ser hevdîtina Lavrov û Tillerson dixebitin
Lavrov û Tillerson hevdîtin pêk tînin
Lavrov li ser biryara Amerîka ya derbarê RT de axivî: Pûtîn çi gotibe em ê wê bikin
Etîketan:
Qûds, Sergey Lavrov, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de