15:44 18 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê Amerîkayê Trump beşdarî pîrozbahiya Cejna Hanûkayê bû

    Trump pîrozbahiya Hanûkayê diyarî Qudsê kir

    © AFP 2017/ SAUL LOEB
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump rojekê piştî ku Quds wekî paytexta Îsraîlê nas kir û balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê rakir Qudsê, li Koşka Spî beşdarî ‘Cejna Hanûka' ya Cihûyan bû. Trump got, "Em pê serbilind in, ku em bi gelê Îsraîlê re ne û pêwendiya xwe ya li gel wan xurt dikin."

    Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî ya serokayetiya Amerîkayê beşdarî pîrozkirina Cejna Hanûka ya Cihûyan bû. Biryara Trump a ji bo naskirina Qudsê wekî paytexta Îsraîlê mor axwe li wê çalakiyê xist.

    Trump di axaftina xwe ya destpêkê de got, "Ji ber sedemekê ez dibinim ku li vê odeyê gelek mirovên dilşad hene. Ew jî Quds e. Ev pîrozbahî wê bibe dîrokî."

    ‘EZ NIHA TIŞTÊN QEWIMIN Û HEZKIRINA LI HEMBERÎ QUDSÊ Û ÎSRAÎLÊ DIFIKIRIM'

    Trump di axaftina xwe de got, "Hemû malbatên Cihûyan di dema Hanûkayê de mûcîzeyên raborî û hêviyên ji bo siberojê pîroz dikin. Em pê serbilind in, ku em bi gelê Îsraîlê re ne û pêwendiya xwe ya bi wan re xurt dikin. Ez niha tiştên diqewimin û hezkirina ji bo Qudsê û Îsraîlê difikirim."

    Herwisa di pîrozbahiyê de malbata Trump jî amade bû.

    Ivanka Trump- Ared Kushner
    © AFP 2017/ Saul Loeb
    Ivanka Trump- Ared Kushner

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê îsraîlî: Hinek serokê welatên erebî ji biryara Trump haydar bûn
    Googleê bi ya Trump kir: Qûds weke paytexta Îsraîlê nîşan da
    Faik Bulut: Trump ji bo yahudîkirina bajarê Qudsê dixebite
    Erdogan: Ey Trump tu dixwazî çi bikî?
    ‘Yekîtiya Ewropa ji daxuyaniya Trump gelekî bi fikar e’
    Etîketan:
    pîrozbahî, Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de