07:49 18 Kanûn 2017
Zindî
    Qûds - Orşelîm

    Googleê bi ya Trump kir: Qûds weke paytexta Îsraîlê nîşan da

    © REUTERS/ Ammar Awad
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Serokê Amerîkayê Trump Qûds weke 'paytexta Îsraîlê' naskir dêw ên înternetê jî ketin pêşbaziyê rojanekirinê. Di Googleê ya amerîkî de encama lêgerîna Qûdsê weke ‘paytexta Îsaraîlê' dertê, herwiha Googleê di sepana xwe ya xerîteyan de jî Qûdsê weke ‘paytexta îsraîlê' dide nîşandan.

    Google logosu
    © REUTERS/ Lucy Nicholson
    Piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya Qûdsê, Amerîka bû yekemin dewlet ku Qûds weke ‘paytexta Îsraîlê' nas kir. Piştî vê yekê dêw ên înternetê jî ketine pêşbaziyê. Piştî ku Trump biryar ragihand Motora lêgerînê ya amerîkî Googleê demldest di sepana xwe ya xerîteyan de ji dêvla Televîvê Qûds weke 'paytexta Îsraîlê' nîşan da. Di lêgerîna Googleê de jî dema li Qûdsê tê gerandin encama ‘paytexta Îsraîlê' derdikve.

    DI YANDEX Û WÎKÎPEDYAYÊ DE…

    Yandex a ku weke alternatîfa Googleyê derdikve pêş jî malpera xwe rojane kir û di hem di lêgerînê de hem jî di sepana xerîteyan de Quds weke ‘paytexta Îsraîlê ya ku tê îddiakirin' nişan da.

    Herwiha di Ansîkolpediya Wîkîpedîayê de jî bi heman awayê Yandexê di qutiya danasînê de Qûds weke ‘paytexta Îsraîlê ya ku tê îddiakirin' nîşan dide.

    Bi heman mijarî:

    Googlê: "Hêzên Kurd di pêş de ne"
    Ji Rûsyayê pêşniyara astengkirina Googlê
    Dibe ku hun li 'ya rast digerin': Sîstema erêkirinê ya kureyî ya Googlê di dewrê de ye
    Ebas: Qûds paytexta Filîstînê ya ebedî ye
    Trump Qûds wek paytexta Îsraîlê nas kir: Biryareke derengmayî bû
    Etîketan:
    Paytexta ku tê îddiakirin, paytext, Yandex, Wikipedia, Google, Quds, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de