05:31 12 Kanûn 2017
Zindî
    Qralê Erebistan Siûdî Qral Selman û Serokê Amerîka Donald Trump

    Erebistana Siûdî: Biryara Amerîka ya Qudsê, biryareke neheq û bê berpirsiyariyê ye

    © AP Photo/ Evan Vucci
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Qralê Erebistana Siûdî Selman bin Abdulazîz, li dijî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump derket ku Qudsê wekî payîtexta Îsraîl dinase. Qral Selman biryar wekî ‘neheq' û ‘bê berpirsî' nirxand.

    Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Erebistana Siûdî (SPA) Qraliyeta Siûdî di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku: "Qraliyet, ji ber biryara ku Serokê Amerîka Quds wekî payîtexta Îsraîlê nas kiriye gelekî xemgîne. Qraliyetê berî niha hişyarî dabû ku biryareke wisa neheq û bê berpirsiyarane dê bibe sedema encamên cidî."

    Qral Selman roja sêşembê bi Trump re bi rêya telefonê axivî bû û Trump hişyar kiribû ku guherîneke derbarê statûya Qudsê de, dê zirarê bide muzakereyên aştiyê û dê li herêmê rakeşiyê zêdetir bike.

    Selman balkêşandibû ser wê yekê ku Quds ji ber ku qubleta ewil a misilmaneye, gavele wisa xeternak, dê hemû gelên misilman yên cîhanê sor bike.

    Her du welat ev demeke dirêj mutefiîk bin jî Erebistana Siûdî difikirî ku navbera serokê berî Trump, Barack Obama bi Îranê re gelekî xweş bû. Di navbera Îran û Erebistana Siûdî têkiliyeke dîplomatîk tuneye.

    Bi heman mijarî:

    Serokê CIAyê sedema hevkariya Siûdî û Îsraîlê eşkere kir
    Dîsa bi moşekên balîstîk êrişî Erebîstana Siûdî kirin
    'Nûnerê ENKSê bi wezîrê siûdî re civiya'
    Îranê bersiv da Prensê Siûdî ku Xamaney şibandibû 'Hîtler'
    Prensê Siûdî Xemaney şibande Hîtler
    Heşda Şeibî: Serkeftina me li dijî DAIŞê serkeftina li hemberî Siûdî û Îsraîlê ye
    Etîketan:
    daxuyanî, xemgîn, biryar, Selman Bin Abdulaziz, Donald Trump, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de