02:33 13 Kanûn 2017
Zindî
    leşkerên amerîkî

    Pentagonê hejmara dawî ya leşkerên li Sûriye û Iraqê eşkere kir

    © AFP 2017/ Ali al-Saadi
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyê ragihand.

    Li gor daxuyaniya Berdevkê Pentagonê Rob Manning, li Iraqê nêzîkî 5 hezar û 262 û li Sûriyê jî bi qasî 2 hezar leşkerên Amerîkî hene.

    Rob Manning da xuyakirin ku dê hejmara leşkerên Amerîkayê yên li herêmê li gor operasyonên dijî DAIŞê û têkçûna wê rêxistinê ji nû ve werin verastkirin.

    Manning got, "Li Iraqê bi qasî 5 hezar 262, li Sûriyê jî bi qasî 2 hezar leşkerên Wezareta Berevaniyê hene. Van leşkeran di têkoşîna dijî DAIŞê de alîkariyeke girîng dan şirîkên me. Ev hejmarên teqrîbî ne û dibe ku ji van kêmtir yan jî zêdetir bin."

    Berdevkê Pentagonê herwiha diyar kir ku dê li gor şert û mercan di hejmara leşkeran de guhertin çêbibin û bi kêmbûna operasyonan re hejmar jî kêm bibe.

     

    Bi heman mijarî:

    'Hemû operasyon bi planên şêwirmendên rûsî û alîkariya YPGê bi ser ketin'
    Parlamena Kurdistanê bang li civaka navdewletî kir: Heşda Şebî cenosîdê dike
    Tillerson: Me amadekariyên birina balyozxaneyê bo Qûdsê dan destpêkirin
    Ebas: Qûds paytexta Filîstînê ya ebedî ye
    Di nav YNKê de baskê ‘Nûbûn’ ava bû: YNKê daxuyanî da
    Trump Qûds wek paytexta Îsraîlê nas kir: Biryareke derengmayî bû
    Bexdayê ji bo beşdarbûna înşaata xeta petrolê ya Kerkûk û Ceyhanê şirketên rûsî vexwendin
    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de