05:23 11 Kanûn 2017
Zindî
    Donald Trump

    Trump Qûds wek paytexta Îsraîlê nas kir: Biryareke derengmayî bû

    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya dîrokî ya derbarê Qûdsê de, paytexbûna Qûdsê ya Îsraîlê nas kir û got, ev biryareke derengmayî bû.

    Têbiniyên axaftina Donald Trump ya ku biryara xwe eşkere kir wiha ne:

    • Ev 20 zêdetirî 20 sal in dem derbas bû, lê hê jî em nêzî aştiya nihaî nebûne. Bi ya min dema wê hatiye ku ez Qûdsê weke paytexta Israîlê nas bikim, di vê yekê de bi biryar im.
    • Serokên berê ev yek weke sozekê hilbijartinê bilêv kiribûn, lê ne anîbûne cih. Ez vê sozê tinim cih. Ev biryareke ku ji zûde biryara wê hatiye stendin e.
    • Ev pesendkirina rastiyê ye, jê û pê ve ne tu tişt e. Divê ev biryar berê hatiba stendin.
    • Ez niha ferman didim ku Wezareta Derve ku amadehiyan bikin û Qonsûlxaneya li Telavîvê bibin Qûdsê.
    • Ev yek nayê wê wateyê ku em bi tundî li hemberî aştiya mayînde derdikevin.
    • Daxwaza min ji serokên herêmê ew e ku li du aştiya mayînde biçin.

    Piştî biryara Trump ya ku digot ez dê Qûdsê weke paytexta Îsraîlê nas bikim û dema vê yeke hatiye, ji çar aliyan dinyayê bertek bo wî hatibûn nîşandan.

    NETANYAHU SPASIYA TRUMP KIR

    Piştî daxuyaniya Trump Serokwezîrê Israîlê Netanyahu jî daxuyaniyek da.

    Netanyahu got, "Em spasdarê Trump in. Gelê Îsraîlê dê heta hetayê minetdarê Trump be."

    STATUYA QÛDSÊ

    Statuya Qudsê yek ji mijara herî nîqaşbar e di navbera Filîstîn û Israîlê de.

    Îsraîlê di sala 1967an di Şerê Şeş Rojan de Qûdsa Rojhilat dagir kir û hê jî vê derê di bin kontrola xwe de digire û tevahiya Qûdsê weke paytexta xwe dibîne. Filîstînî jî dixwazin Rojhilatê Qûdsê paytexta wan be.

    Serokê Dewleta Filîstînê Mehmûd Ebas jî ragihandibû ku naskirina Qudsê weke paytextê dê dawî li pêvajoya aştiyê bîne.

    Ji hêla din ve Hamas û El Fetîh jî di nav de komên Filîstînî ji bo bertek nîşan bidin bangewaziya gel kirin. Hamasê jî roja înê weke ‘Roja Hêrsê’ îlan kiribû û bangewaziya piştgiriyê bo Qûdsê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Trump li Qudsê çû ber dîwarê pîroz
    Kremlînê derbarê Qudsê de daxuyanî da
    Kurdên Îsraîlê li Qudsê çalakiya piştgirî ya serxwebûna Kurdistanê li dar xistin
    Li Qudsê bûyer derket: 3 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    paytext, Trump, Israîl, Quds, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de