12:20 24 Çile 2018
Zindî
    Donald Trump

    DYA ji peymana koçber û penaberan vekişiya

    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    DYA ragihand ku xwe ji peymana Neteweyên Yekbûyî(NY) ya ku armanc dike rewşa penaber û koçberan baş bike vedikişîne ji ber ku ew peyman bi polîtîkayên wê re nakok e.

    Misyona DYAyê ya li NYyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku "Misyona DYAyê ya NYyê îro ji Sekreterê Giştî yê NYyê re ragihandiye ku "beşdarbûna wê di Peymana Hêmanên Cîhanî ya Koçberiyê de bi dawî bûye. Beyana New Yorkê gelek hukman dihewîne ku bi polîtîkaya DYAyê ya penaber û koçberan re û prensîpên birêveberiya Trumpî re li hev nakin. Di encamê de Serok Trumpî biryar daye heta ku sala 2018an lihevkirineke navneteweyî di NYyê de pêk were, beşdariya welatê xwe di peymanê de rawestîne."

    Nûnera DYAyê li NYyê Nikki Haley di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku Amerîka serbilind e bi xebatên xwe yên piştgiriya penaber û koçberan û got: "Divê her dem biryarên me yên de polîtîkaya koçberiyê de ji aliyê amerîkiyan ve werin dan."

    Encûmena Giştî ya NYyê sala 2016an bi yekdengî beyana Kıçber û Penaberan a New Yorkê qebûl kiribû ku tê de mafên penaberan tê parastin û derfetên kar û perwerdehiyê ji wan re tên dabînkirin û herwiha ji nû ve tên bicihkirin.

    Bi heman mijarî:

    Altan Tan: Kurdistan ava bibe, dinya xera nabe
    "Fişarên navdewletî ji bo çareserkirina qeyrana Kurdistan û Iraqê zêde ne"
    Civîna Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan-Iraqê bi serokatiya Barzanî dest pê kir
    Şêwirmendê Serokwezîr: Kurdistan bi destê Tirkiyeyê tê avakirin
    Wezareta Pêşmerge sedema girtina rêya navbera Kurdistan û Mûsilê eşkere kir
    Kurdistan: Iraq, Tirkiye û Îranê berî referandûmê gotûbêjên nepenî kirine
    Kurdistan: Em îdareya dualî ya Kerkûkê qebûl nakin
    ‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
    Etîketan:
    Nikki Haley, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de