12:51 22 Çile 2018
Zindî
    Mike Pompeo

    Serokê CIAyê Mike Pompeo Qasim Silêmanî hişyar kir

    © AFP 2018/ SAUL LOEB
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê CIAyê Mike Pompeo di axaftina xwe de ragihand wî nameyek ji Qasim Silêmanî û serkirdeyên din yên Îranê re şandiye û dilgraniya xwe li hember reftarên Îranê li Iraqê gihandiye wan û ew hişyar kirine ku nêzîkî berjewendiyên Amerîka li Iraqê nebin.

    Qasim Silêmanî
    © AFP 2018/ ISNA/MEHDI GHASEMI
    Mike Pompeo di axaftina xwe de got: "Piştî ku fermandeyekî serbazî yê Îranê gefa êrîşê li dijî hêzên Amerîkî li Iraqê kir, min nameyek ji bo fermandarê Îranî sand. Me têde eşkere kir ku her êrîşek li dijî hêzên di bin kontrola me de bê kirin, em ê Îran berpirs bibînin. Em dixwazin Îran û serkirdatiya wê bi zelal û eşkere vê nameya me fêhm bike."

    Li gorî daxuyaniya Serokê CIAyê Mike Pompeo, niha Siûdiye amade ye zanyariyên hewalgirî yên derbarê Îranê li gel welatên din yên Rojhilata Navîn parve bike.

    Hêjayî gotinê ye ku heftaya borî çapemeniya Îranê jî behsa vê nameya Serokê CIAyê ku ji Qasim Silêmanî re şandibû kir û ragihandibû ku Silêmanî nameya Pompeo qebûl nekiriye.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Em dê xeta boriya petrolê bikşînine Kerkûkê
    Tillerson: Îran li Sûriye û Iraqê xwediyê roleke xerabkirinê ye
    Lieberman: Ji hêla leşkerî ve li Sûriyeyê Îran tune ye
    Îran: Heşda Şeibî li ser bingeha Besîcên Îranê hatiye damezirandin
    YPG: Hevkariya Îran û Tirkiyeyê li dijî YPG û YPJê ye
    Etîketan:
    CIA, Qasim Silêmanî, Mike Pompeo, Îran, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de