13:49 18 Kanûn 2017
Zindî
    Referandûm - Kurdistan- Kurdistanê

    Namzedê Serokatiya Amerîkayê: Washîngton bi piştgirînedana serxwebûnê xeletiyek mezin kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Leşker, siyasetmedar û dîplomatên amerîkî polîtîkaya Washîngton a Herêma Kurdistanê rexne dikin û dibêjin divê Amerîka kêlîk berî kêliyekê ji vê şaşiyê vegere.

    Namzedê Serokatiya Amerîka yê Partiya Demokrat a sala 2000an û senatorê berê Joe Lieberman di axaftina xwe de got: "Rêvebiriya Amerîka li Iraqê polîtîkayên şaş dimeşîne û divê di zûtirîn demê de ji vê şaşiyê vegere û ji bo çekên ku dide Bexdayê wan hişyar bike da ku ji bo armancên şaş bi kat neyinin."

    Joe Lieberman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştgirînedayîna serxwebûna Kurdistanê xeletiyeke mezin bû ji bo Amerîkayê. Ji vê seetê pê ve divê polîtîkayên şaş ê ser Kurdistanê werin sekinandin û Washîngton vê guvaşê li Iraqê bike."

    Generalê Hêza Hewayî yê Amerîkayê yê teqawûtbûyî Charles Wald jî got: " Ji bo gengeşiya ku li Iraqê peyda bûye û ji holê rabe divê Washîngton helwesta xwe ya Bexdayê biguherîne. Eger siyaseteke aqîlane ya Qesra Spî hebûna wê Iraq neketana destê milîsên çekdar ên şîe û ev milîs wê bi çekên me êrişî dostên me yên kurd nekirana."

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Kurdistan îstîqrara herêmê ye
    Kurdistan: Me bi Amerîkayê re li hev kir ku têkiliyên xwe xurt bikin
    Serokwezîrê Kanadayê ji bo erdheja Kurdistan û Îranê peyamek weşand
    Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo çi navê 'Kurdistan'ê bi tîpa biçûk dinivîse?
    'Kurdistan dikare bibe pêşengeha mezin a çanda Îranê'
    Etîketan:
    Diplomat û leşkerên amerîkî siyaseta Qesra Spî rexne dikin, Joe Lieberman, Charles Wald, Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de