23:46 21 Sibat 2018
Zindî
    Donald Trump

    Trump Koreya Bakur xiste lîsteya ‘welatên ku piştgiriya terorê dikin'

    © REUTERS/ Eduardo Munoz
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump civîna kabîneyê de ragihand ku Amerîkayê îro Koreya Bakur xistiye lîsteya ‘welatên ku piştgiriya terorê dikin'

    Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Amerîkayê îro Koreya Bakur xistiye lîsteya ‘welatên ku piştgiriya terorê dikin'. Di vê mînwalê de Trump diyar kir ku Wezareta Gencîneyê li hemberî Koreya Bakur dê mueyîdeyên nû bistîne.

    Piştî Îran, Sûdan û Sûriyeyê Koreya Bakur bû dewleta çaremîn ku li Amerîkayê ketiye lîsteya ‘welatên ku piştgiriya terorê dikin'

    Trump di berdewamiya axaftina xwe de got, "Piştî vê gavê ji bo Koreya Bakur û pêwendiyên bi Koreya Bakur dê mueyîde û sizadanên nû bên. Dê mueyîde û siazdanên me bo rejîmên xwînxwar dê bidomin. Herwiha sibe dê Wezareta me ya Gencîneyê li hemberî Koreya Bakur dê mueyîdeyên nû eşkere bike."

    Trump teqez kir ku dê li hemberî Koreya Bakur mueyîdeyên ‘herî giran' bên kirin.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku demek berê Amerîkayê ji serokê Koreya Bakur Pyongyang xwestibû ku bernameyên nukleerî û moşekê bide rawestandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Diyarbekirê kêlikên tirban guherandin
    Barzanî: Dadgeha Federalî ne Destûrî ye, diviyabû li 2005an bê hilweşandin
    Diyaneta Tirkiyeyê derbasî modêla hevserokatiyê bû!
    Pûtîn û Rûhanî dê li Soçiyê hevdîtineke dualî pêk bînin
    2 Serokên bajêr ê AKPê îstîfa kirin
    Etîketan:
    Mueyîde, Lîste, Teror, Donald Trump, Iran, Koreya Bakur, Sûdan, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de