00:42 13 Kanûn 2017
Zindî
    Donald Trump

    Trump armanca xwe ya sereke eşkere kir

    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî serdana xwe ya welatên Asyayê armanca xwe ya sereke eşkere kir û ragihand ku divê em Koreya Bakur ji çekên nûkleerî paqij bikin.

    ABD Başkanı Donald Trump
    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî serdana xwe ya welatên Asyayê li Qesra Spî civîneke çapemenî li dar xist. Trump di civîna çapemenî de serdana xwe ya Japonya, Koreya Başûr, Çîn, Vîetnam û Filipînê nirxand û got. "Li hemberî tehdîda Koreya Bakur Çîn jî di nav de bi gelek welatan re me li hev kir. Divê em Koreya Bakur ji çekên nûkleerî paqij bikin. Yek ji armanca serdana min ev bû ku em dinyayê li hemberî xerabiya Koreya Bakur bikin yek."

    Donald Trump di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me û Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping li ser heman mijarê li hev kir û em ji vê kêfxweş in."

    ​Trump di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di serdana xwe de me berjewendiya bazirganî û ekonomîk a Amerîkayê bi welatên Asyayê re jî bi pêş xist. Yek ji armanca serdanê jî ev bû ku em peymanên bi adil ê bazirganî bi welatên herêmê re îmze bikin bû û ji bo vê me hevdîtin pêk anîn. Di vê pêvajoyê de me bi buhayê milyar dolaran peymanên nû îmze kirin."

    Bi heman mijarî:

    Ji Kongreya Amerîkayê bo Trump: Dawiyê li tevgera milîsên şîe bîne
    Trump: Ez ê daxuyaniyeke girîng bidim
    Trump dîsa bû mijara medyaya civakî
    Trump: Sûçdarkirinên mudexaleya rûsî bêbingeh û avakirineke sûnî ye
    'Trump li gel Pûtîn 'midaxeleya Rûsî' ya li dijî hilbijartinên Amerîkayê anî rojevê'
    Etîketan:
    Serdana Trump a welatên Asyayê, Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Koreya Bakur, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de