04:51 24 Mijdar 2017
Zindî
    Yekîneyên Leşkerî yên Artêşa Amerîkayê li Sûriyê

    Koalîsyon: Em ê alîkariya xwe ya HSDê dewam bikin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 5540

    Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê di daxuyaniya xwe ragihand ku hetanî rêxistina terorîst a DAIŞ hebe wê alîkariya me ji Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) re dewam bike.

    Yek ji berdevkê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê Spenser Garisson di axaftina xwe de got: “Hetanî milîtanên DAIŞê hebin wê alîkariya me ji HSDê re dewam bike. HSD pevpeymanên me yên li Sûriyeyê ne. Wan bi çelengî şer kirin û gelek qurbanî dan. Wan nêzîkî 4 milyon kes ji navçeyên bin destê DAIŞê rizgar kirin. Bêguman hê jî şer heye û heta DAIŞ bi temamî bê xilaskirin jî dê şer berdewam bike. Milîtanên DAIŞê hê jî xwe li dolên nêzîkî rûbarê Feratê veşartine û şer dikin. Armanca me jî ew e ku li wan navçeyan tevan de DAIŞê têk bibin.”

    Spenser Garisson di berdewamiya axaftna xwe de got: “Em nikarin li ser pêşerojê senaryoyan çêbikin. Di şerê tekoşîna dijî DAIŞê de em pabendê piştgirîdana HSDê ne. Koalîsyona navneteweyî xwe ji pevçûna li gel Rûsyayê dûr digre. Em ê li ser vê mijarê jî helwesta xwe bidomînin û dê bala me piranî li ser şerê DAIŞê be.”

    Bi heman mijarî:

    Ji koalîsyona navneteweyî daxuyanî Ebûbekir Bexdadî
    Koalîsyona Ereban hemû deriyên sînor bo Yemenê girtin
    Koalîsyona Navdewletî: Em navbeynkariya Kurdistanê û Iraqê nakin
    Kerkûkî: Hêzên koalîsyona hevpeyman Haşdî Şabî hişyar kirin
    Ji koalîsyona navneteweyî daxuyaniya referanduma Kurdistanê
    Bangewaziya hilweşandina Koalîsyona Navdewletî hat kirin
    Koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê li Reqqayê bombeya fosforê bi kar anî
    Etîketan:
    Berdevkê koalîsyona navneteweyî yê tekoşîna dijterorê, Spenser Garisson, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de