15:41 23 Mijdar 2017
Zindî
    Keştî

    Sê keştiyên balafiran yên Amerîkayê gihan avên nîvgiravê Koreyê

    © AP Photo/ Ronen Zilberman
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Di kanala fermî ya YouTubeyê ya Hêzên Deryayî yên Amerîkayê de bi vîdeoyekê hat ragihandin ku 3 keştiyên balafiran yên Amerîkayê gihana avên nîvgirava Koreyê.

    Hat ragihandin ku 3 keştiyên balafiran yên Amerîkayê ji bo beşdarî tetbîqateke hevpar bibin ketine herêma operasyonê ya Koreya Başûr.

    Di çapemeniya xwecihî de hat diyar kirin ku Seûl cara pêşiye ku bi keştiyên USS Ronald Reagn, USS Nimîtz û USS Theodore Roosevelt re tetbîqatekê dike. Deh keştiyên din ku di nav wan de destroyerên wekî Sejong the Great û The Seoae Yu Seong-ryong jî di nav de hevaalbendiya keştiyên balafiran dikin.

    Kaptanê destroyera Sejong the Great diyar kir ku: "Bi saya tifaka pêşketî ya bi Amerîkayê re em dikarin xwe li hember provaksyonên dijberan xwe rabigrin."

    Amerîka herî dawî bi sê keştiyên balafiran, berî niha bi deh salan li nêzî Girava Guamê tetbîqatek pêkanîbû.

    Bi heman mijarî:

    Trump bo Koreya Bakur: Me sivik nebinin û neceribînin
    Trump bo Koreya Bakur: Me sivik nebînin
    Trump bo Koreya Bakur: Heke pêwist be Amerîka "wê her cûre derfêta leşkerî" bikarbîne
    Trump çû Koreya Başûr
    'Koreya Bakur dikare 90 ji sedê serjimara Amerîkayê wenda bike'
    Pûtîn biryarnameya li dijî Koreya Bakur îmze kir
    Koreya Bakur Kirim wek beşek ji Rûsyayê nasî
    Etîketan:
    hember, balafir, keştî, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de