11:08 21 Mijdar 2017
Zindî
    Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Têkoşîna Dijî DAIŞê Brett McGurk

    McGurkî helwesta xwe ji bo daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir

    © AFP 2017/ AHMAD ABDO
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 133 0 0

    Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump bo têkoşîna li dijî DAIŞê Brett McGurkî daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê ji bo biryara Dadgeha Federal a Iraqê wek biyrareke giring nirxand.

    McGurkî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê ravekirina Dadgeha Federal a Bilind giring e û teqez kir ku "daxuyanî zelal bû li gel rêzgirtina ji biryara dadgehê ya dawî ya derbarê ravekirina madeya 1ê ya destûrê."

    ​Herwiha nûnerê serokê Amerîkayê destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang kiriye ku hemû nakokî li gorî destûrê werin çareserkirin.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi daxuyaniyekê bersiv dabû biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku li ser daxwaza Sekreterê Giştî yê Civata Wezîrên Iraqê, roja 6ê Mijdarê, biryara jimare 122 derxistibû û madeya yekemîn a Destûra Iraqê rave kiribû. Di vê raveyê de hatibû diyarkirin, "Komara Iraqê dewleteke federalî ya serbixwe ye, xwedanê serweriyeke temam e, ku sîstema hikûmdariyê tê de komariya parlamenterî ya demokratîk e. Ev destûr bingeha yekîtiya Iraqê ye."

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bersiva şîroveya xwe de ragihand: "Herêma Kurdistanê her tim teqez kiriye ku ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de, pabendî rê û rêbazên destûrî û yasayî ye."

     

    Bi heman mijarî:

    Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê daxuayniyek li ser desthilatên Serokatiyê da
    Iraqê ji bankayên taybet xwest ku hemû beşên xwe yên Kurdistanê bigirin
    Wezîrê iraqî derbarê budçe û referandûma Kurdistanê de daxuyaniyek da
    Homoseskeulîtî li Kurdistanê: Asayîbûn heye lê asteng jî pir in
    Herêma Kurdistanê: Pêşeroj ne diyar e
    Etîketan:
    Brett McGurk, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de