12:21 25 Mijdar 2017
Zindî
    Dar

    Gêrîla ji bo teamandina fêkiyan daketin bajêr

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 119 0 0

    Li Amerîkayê tevgerek derketiye holê ku li bajaran darên li ser rêyan di teamînin û dihêlin ev der fêkî bigrin. Ev tevgera ku wekî "Gêrîlayên Cotkariyê" em dikarin bi nav bikin ji sala 2011an ve li kolanên San Franciscoya Amerikayê bi awayekî der qanûnî daran di teamînin.

    Li Kolanê San Franciscoya Amerikayê komek gêrîlayên cotkariyê ku ji xwe re dibêjin "Guerrilla Grafters" (Gêrilayên Teamandinê) ji sala 2011an ve çalakiyeke balkêş li dardixin û armanceke wan a zîrekane heye. Ev kom, darên li bajêr hatine çandin ku fêkî nadin bi darên fêkî di teamênin. Armanca wan jî ewe ku berdewamiya hawirdorê biparêzîn daran vegerînin armanca wan a esasî. Gêrilayên Teamandinê bi vî awayî dixwazin fêkîyên taze, bi tendurustî û helbet belaş pêşkêşî bajariyan bikin.

    Ev karê hêsan û nêt pak ya ku Gêrilayên Teamandinê dikin helbet li gor qanûnan der qanûnî ye. Li gelek bajaran palngerên bajêr hewl didin ku darên diçinîn fêkî nedin. Lewra fêkîyên ku nayên danehev heye ku gelek kêzîk û kurmikan bikşînin derdora xwe û ev jî bibe sedema nexweşî û ne paqijiyê. Bi vî awayî darên ku tên hilbijartin û fêkî nadin li bajaran nabin sedema lewitînê û wekî nebatên xweşikiyê jiyana xwe ya kin didomînin. Lê belê ji bilî dîtbariyê tu fêdeya van daran li bajariyan nabe. Dawiya dawî armanca vê komê jî jixwe ewe ku habîtateke xwezayî avabikin û xwezayê re bibin yek.
    Lê belê ev gerîla fêkîyan wekî zirardarekî ku kêzîkan dikşînin nabînin. Armanca wan ew e ku fêkiyan pêşkêşî kesên ku di kolanê re derbas dibin bikin. Yanî bi kurtasî dibêjin "bo herkesî fêkî." Bi ser de karê ku dikin jî pir hêsane. Komê heya îro di dehan dar teamandine.

    ÇEKÊN VAN KÊREKE PIÇÛK Û BANTEKE

    Çekên van gêrilayên ku li bajêr daran di teamînin jî pir kêm û piçûk in. Çêkên wan kêreke piçûk, banteke taybet, poşetekî lastîk, çiqlên daran yên ji bo teamandinê ne. Herwiha ev gerîla darên ku di teamînin bi qodên nepen yên grafîtiyê, karekod an jî etîketên RFIDÊ ışaret dikin, agahiyên derbarê darê de yên wekî cih, fêkiyê ku dê bide jî didin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Bahoza li Avustralyayê jiyan tarûmar kir
    Leylana tijî-jiyan li cihê komkujiya hovan
    Li navçe û navenda Colemêrgê jiyan rawestiya
    Jiyan li Kurdistan 40 hezar sal berê dest pê kiriye
    Li Stenbolê berfê jiyan serobin kir
    Li Sine û Ûrmiyê jiyan ji ber berfê rawestiya
    Etîketan:
    teamandin, xweza, dar, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de