16:51 21 Mijdar 2017
Zindî
    gor - goristan

    Dayika helbestvanê navdar ê kurd Şêrko Bêkes koça dawî kir

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Hevjîna yek ji helbestvanên neteweyî yên kurd Fayik Bêkes û herwisa dayika helbestvanê navdar Şêrko Bêkes sibeha îro li Amerîkayê koça dawî kir.

    Li gorî agahiyên malpera NRTyê hevrêyê Şêrko Bêkes û endamê Encumena Dezgeya Çap û Pexşê Serdem Helkewt Ebdulla diyar kir ku sibeha îro Şefîqe Seîd xanim, dayika helbestvanê navdar Şêrko Bêkes û herwisa kulfeta yek ji helbestvanên neteweyî yên kurd Fayiq Bêkes koça dawî kir.

    Helkewt Ebdulla anî ziman ku Şefîqexan li amerîkayê dijiya û li wir jiyana xwe ji dest daye û eger cenazeyê wê bînin Herêma Kurdistanê şîna wê dê li Kurdistanê were li darxistin.

    Şêrko Bêkes yek ji helbestvanên herî navdar ên kurdan bû, ku li dû xwe gelek berhem hiştibûn û di sala 2015an de koça dawî kiribû.

     

    Bi heman mijarî:

    Pirtûka jînenîgariya Şêrko Bêkes hat çapkirin
    '20 hezar bêmal û bêkes ji bo peşbirkê ji bajêr têne deranîn'
    Îngîltereyê zarokên penaber yên bêkes qebûl nekirin
    Koçberên kurd li ser sînorê Sirbistan-Macaristanê bêkes mane
    Etîketan:
    koça dawî kirin, Dayika helbestvanê kurd, Şêrko Bêkes, Şefîqe Seîd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de