01:00 22 Hezîran 2018
ABD Başkanı Donald Trump

Trump: Ez ê daxuyaniyeke girîng bidim

© REUTERS / Joshua Roberts
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê de peyamek parve kir û ragihand ku dema vegeriyam Amerîkayê ez ê daxuyaniyeke girîng bidim.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Filipînê di hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê de peyamek parve kir û got: "Dema vegeriyam Washîngtonê ez ê li Qesra Spî daxuyaniyeke girîng bidim." Trump derbarê daxuyaniyê de seet an jî dîrok neda.

‘ÊDÎ QAÎDE DIGUHERIN'

Donald Trump piştî tura du hefteyan a Japonya, Çîn, Koreya Başûr, Vîetnam û Filipînê ji bo bazirganiya bi Amerîkayê re gotibû: "Êdî em fêr bûn ku qaîde guherîn." Trump li paytextê Filipînê li Manîlayê tweetek parve kiribû gotibû: "Têkiliyên bi Amerîkayê re divê bi adil û li gorî esasê beramberiyê be. Divê valahiya bazirganiya Amerîka ya derve bi şêweyekî lezgîn were çareserkirin."

 

 

Bi heman mijarî:

Trump dîsa bû mijara medyaya civakî
Trump: Sûçdarkirinên mudexaleya rûsî bêbingeh û avakirineke sûnî ye
'Trump li gel Pûtîn 'midaxeleya Rûsî' ya li dijî hilbijartinên Amerîkayê anî rojevê'
Trump li Vîetnamê: Dewletên Asya- Pasîfîkê ne peykên tu kes î ne
Trump: Di serkeftina min de ti berjewendiyên Rûsyayê tune bû
Trump çû Koreya Başûr
Etîketan:
Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de