02:40 13 Kanûn 2017
Zindî
    Başbakan Binali Yıldırım

    Yildirim bo YPGê got: Me tiştên pêwîst gotin, Amerîkayê jî bersiva neyênî neda

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di geşta xwe ya Amerîkayê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Yildirim di daxuyaniya xwe de got, "Me bi Pence re hevdîtineke gelekî baş derbas kir. Em ê têkiliyên xwe yên li gel Amerîkayê bibin qonaxeke baştir."

    Yildirim ev tişt gotin, "Me li gel Cîgirê Serokê Amerîkayê birêz Pence hevdîtneke baş pêk anî. Me mijarên di navbera welatên xwe de nirxandin. Di heman demê de em li ser mijarên herêmî peyivîn. Wekî prensîb me biryar da ku em têkiliyên xwe bibin qonaxeke baştir."

    Binali Yildirim diwarê îadekirina Fethullah Gulen û YPGê de jî got, "Me tiştên pêwîst anîn ziman, me hêviyên xwe ragihandin, aliyê hemberî me jî bersiveke neyênî neda me. Hesasiyeta me li ser van mijaran û girîngiya ku em didin van mijaran bi me re parve kirin. Em ê ji niha şûnde jî bişopînin û em ê bibînin. Em ê jî gavên pêwîst bavêjin. Em naxwazin têkiliyên xwe hîn xerab bikin, em dixwazin têkiliyan baştir bikin. Sûda vê yekê li herdu welatan jî tune ye."

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê daxwaza Serokwezîrê Tirkiyeyê bo YPGê red kir
    DAIŞê êrişî noqteya YPGê kir: 18 milîtanên DAIŞê hatin kuştin
    Amerîka ji YPGê re hinek çekên din şandin
    YPGê bersiva îdiayên Iraqê da
    Fermandarê Iraqî: Bi vekişîna YPGê re, deriyê sînorê Rebîeyê ket kontrola artêşa Iraqê
    Etîketan:
    tiştên pêwîst, Serokwezîrê Tirkiyeyê, YPG, Binali Yildirim, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de