21:53 11 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Donald Trump

    Qesra Spî: Hevdîtina Trump û Pûtîn dê pêk neyê

    © REUTERS/ Ivan Sekretarev/Lucas Jackson
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Qesra Spî ragihand ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di çerçoveya lûtkeya 25. APECê ku li Vîetnamê tê lidarxistin de, dê hevdîtin pêk neynin. Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov jî diyar kir ku koordinasyona ji bo hevdîtinê dewam dike û hêj tiştek zelal tine ne.

    Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders ragihand ku ji ber zêdebûna bernameyan hevdîtina her du serokan ku dihat plankirin di çerçoveya lûtkeya Hevkariya Aborî ya Pasîfîk a Asyayê pêk were, dê neye kirin.

    Sanders ji rojnamegeran re axivî û eşkere kir ku hevdîtina her du serokan ji ber zêdebûna bernameyan dê pêk neye. Ji xwe ev yek ne zelal bû.

    Berdekê Kremlînê Dmîtriy Peskov destnîşan kir ku hevdînên derbarê mijarê dewam dikin, lê hêj tiştek zelal tine ne. Peskov koordinasyona me dewam dike.

    Beriya niha Trump eşkere kiribû ku dibe di lûtkeyê de bi Pûtîn re hevdîtin pêk bîne. Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Yûriy Ûşakov diyar kiribû ku hevdîtin pêk were.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Trump sibê li Vîetnamê hevdîtin pêk tînin
    Ji Rûsyayê daxuyaniya îhtimala hevdîtina Pûtîn û Trump
    Lavrov: Dibe Pûtîn û Trump bi hev re çûne destavê
    Kremlîn: Di navbera Pûtîn û Trump de li G20an hevdîtineke nepenî çênebû
    Trump: Min û Pûtîn gelekî baş li hev kir
    Etîketan:
    hevdîtin, Qesra Spî, Donald Trump, Vladimîr Pûtîn, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de