10:21 13 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Trump li Vîetnamê: Dewletên Asya- Pasîfîkê ne peykên tu kes î ne

    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump, di çarçoveya gera xwe ya li Asyayê de li Vîetnamê, di lûtkeya Hevkariya Aboriya ya Asya Fasîfîkê (APEC) de diaxife. Trump got: "Dewletên Asya-Pasîfîkê ne peykên tu kesî ne.

    Trump di gera xwe ya Asyayê de li rawestgaha xwe ya çaremîn Vîetnamê beşdarî lûtkeya APECê bû.

    "JI BO DEMEKÊ DIREJ EM Ê BIBIN DOST Û MUTEFÎKÊ HERÊMA ASYA-PASÎFÎK"

    Trump di axaftina xwe ya li bajarê Danangê de got: "Em ê demekê dirêj bibin dost û metfîkê herêma Asya-Pasîfîkê û weha berdewam kir: "Dewletên Asya Pasîfîkê ne peykên tu kesî ne." Herwiha Trump da zanîn ku dewletên herêmê yên derveyî APEC a xwedî 21 endamî "geşedanên mezin nîşan dane."

    ‘RÊXISTİNA BAZIRGANIYA CÎHANÊ LIGEL ME ADIL TEVNEGERIYA'

    Trump di axaftina xwe de diyar kir ku: "Em ê di lêgerîna bazirganiyeke ku di çarçoveya adilaneyî û mutekabîliyetê de bigerin. Em dixwazin ku şîrîkên me jî beşdariyê li heman qaîdeyan bikin. Trump aşkere kir ku: "Rêxistina Bazirganiya Cîhanê (WTO) li hember me adilane tevnegeriya."

    ‘TÊŞEYA BAZIRGANIYÊ YA BI ÇÎNÊ RE HEYÎ NAYÊ QEBÛL KIRIN'

    Trump da zanîn ku ew hêvî dikin ku dewletên Asya Pasîfîkê jî bibin bazareke vekirî û got: "Têşeya bazirganiyê ya bi Çînê re heyî nayê qebûl kirin'

    ‘LI HEMBER BINPÊKIRINÊN BAZIRGANIYÊ YÊN LI SER HEV EM HEW MUSAMAHAYÊ NÎŞAN DIDIN'

    Trump destnîşankir ku ew hew musamahayê nîşanî binpêkirinên bazirganiyê didin û weha berdewam kir: "Bi dewleteke Asya-Pasîfîkê re di çarçoveya "berjewendiyên hevpar û rêzê de" em dikarin peymanên du alî îmze bikin lê belê ew eleqeyê nîşanî peymanên piralî nakin.
    Trump got: "Divê em bihêlin ku her kes li gor qaîdeya tevbigere ku niha vê yekê nakin."

    ‘EZ HER TIM AMERÎKAYÊ DIXIM RÊZA YEKEM'

    Trump derbarê bazirganiyê de got: "Em destûrê nadin ku tu kes sûdê jı me wergire" û weha berdewam kir: "Ez her tim Amerîkayê dixim rêza yekem de."

    Bi heman mijarî:

    Trump bo Koreya Bakur: Heke pêwist be Amerîka "wê her cûre derfêta leşkerî" bikarbîne
    Trump çû Koreya Başûr
    Trump: Di serkeftina min de ti berjewendiyên Rûsyayê tune bû
    Ji Rûsyayê daxuyaniya îhtimala hevdîtina Pûtîn û Trump
    Trump û Netanyahu hevdu maçî dikin!
    Trump: Ti kes daxwaza mudahîlê lêpirsîna Rûsyayê ji min nekir
    Etîketan:
    geşedan, bazirganî, donald Trump, Vîetnam
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de