07:51 23 Hezîran 2018
Mesûd Barzanî

Amerîka: Barzanî kesayeteke dîrokî ye

© REUTERS / Reuters TV
Amerîka
Lînkê kurt
0 10

Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek ji bo rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê da û tê de biryara Serokê Herêma Kurdistanê ya destjikarberdanê bi erênî pêşwazî kir û teqez kir ku Barzanî kesayeteke dîrokî û serokekî wêrek ê gelê xwe ye.

Berdevkê Heather Nauert‏ê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku "li bendê ne ku serokên nû yên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bi awayekî çalak beşdar bibin daku nakokiyên xwe di çarçoveya destûra Iraqê de çareser bikin."

​Herwiha Nauert‏ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "DYAyê bi kêfxweşî pêşwaziya biryara Mesûd Barzanî dike ku nexwestiye dema serokatiya wî were dirêjkirin û desthilata wê postê li ser saziyên birêveberiya herêmê werin parvekirin û wiha dewam kir: "Barzanî kesayetiyeke dîrokî ye û serokekî wêrek ê gelê xwe ye û di vê dawiyê de (hevkarê me) bû di şerê li dijî DAIŞê de. Ev jî nîşan dide ku di demên zehmet e, helwestên siyasetvanên dewletan nîşan dide."

Ji aliyê din ve, Nauert‏ê diyar kir ku DYA li bendî wê yekê ye ku bi awayekî çalak li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talabanî bixebitin û wiha dewam kir: "Herêmeke Kurdistanê ya xurt di nava Iraqeke federal û yekgirtî de gelekî giring e ji bo  istiqrareke demdirêj û qayimkirina têkbirina DAIŞê. "

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê bangî hemû partiyên Kurdistanê kir ku piştgiriya Birêveberiya Herêma Kurdistanê bikin û xwe ji hilbijartinên 2018an re amade bikin.

"BILA KÊŞEYAN DI ÇARÇOVEYA DESTÛRÊ DE ÇARESER BIKIN"

Nauert‏ê bangî birêveberiya Kurdistanê û ya Iraqê kir ku pevçûnan rawestînin û kêşeyên heyî di çarçoveya destûrê de çareser bikin.

Di dawiyê de rayedara amerîkî teqez kir ku dê her bi hemû aliyan re bixebitin û wiha got: "Êdî dem hatiye ku hemû alî li siberojê binerin û li ser bisekinin ku bi awayekî aştiyane hemû nakokiyên xwe li gorî destûra Iraqê çareser bikin."

 

Bi heman mijarî:

Serokê Meclîsa Nûneran Ryan: Em piştgiriya banga diyalogê ya Kurdistanê dikin
Tirkiye: Pêşniyara Herêma Kurdistanê girîng e lê têrê nake
Serokwezîrê Tirkiyeyê: Herêma Kurdistanê hesabê xelet kirine
Ji Heyder Ebadî daxuyaniya nû ya Kurdistanê
Civîna Parlamentoya Kurdistanê hat paşxistin
Etîketan:
Heather Nauert, Mesûd Barzanî, Iraq, Kurdistan, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de