06:12 20 Nîsan 2018
    Koreya Bakur

    'Koreya Bakur dikare 90 ji sedê serjimara Amerîkayê wenda bike'

    © Sputnik / Iliya Pitalev
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di rapora ji bo Kongreya Amerîkayê hat amadekirin de hat diyarkirin ku di encama êrîşa mihtemel a Koreya Bakur de derbeya elektromanyetîk a ku pêk were, dikare bibe sedema 90 ji sedê serjimara Amerîkayê.

    Li gorî nûçeya Business Insiderê, ku spartiye rapora ji bo Kongreyê, teqîneke nukleerî ya li dijî axa Amerîkayê dikare tevahiya bandorê li wê parzemînê bike û bibe sedema kêşeyên hewayî.

    Di raporê de ev tişt hatin gotin, "Koreya Bakur ji bo metirsiyê hewce nake xwediyê moşeka balîstik a navparzemînî be. Pyongyang ji bo çekên nukleerî bişîne Herêma Qutbê ya Başûr dikare hilgirên moşekan bi kar bîne û paşê jî vê li ser axa Amerîkayê biteqîne. Ev wê bibe sedema derbeyeke elektromanyetîk a mezin. Di encama vê yekê de jî pergala elektro-enerjiyê wê raweste û di nava salekê de 90 ji sedê serjimara Amerîkayê wê jiyana xwe ji dest bide."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn biryarnameya li dijî Koreya Bakur îmze kir
    Koreya Bakur Kirim wek beşek ji Rûsyayê nasî
    ‘Krûvazora Amerîkî li hemberî Koreya Bakur bêkêr e'
    Pûtîn: Em dikarin li Koreya Bakur bidin lê...
    Rûsya û Çîn tetbîqata hevpar li nêzî Koreya Bakur dan destpêkirin
    Japonya: Di hêşê Koreya Bakur de Guam heye
    Etîketan:
    wendakirin, Business Insider, Koreya Bakur, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de