07:56 18 Kanûn 2017
Zindî
    Rıza Sarraf

    Koma WhatsAppê ya Sarraf

    © AFP 2017/
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Telefona xebatkarê Balyozxaneya Amerîkayê li Stenbolê Metin Topuz ê ku Amerîka daxwaza serbestberdan wî kiribû ji aliyê emniyeta polêsan a Stenbolê ve hate vekolîn û şifreya wê hate şikandin. Li gorî qeydên WhastAppê Topuz ji dîplomatê Amerîkî re nûçeyên desteserkirina Riza Sarraf ragihandine.

    Xebatkarê Balyozxaneya Amerîkayê li Stenbolê Topuz 25ê îlonê hatibû desteserkirin û 4ê cotmehê ji aliyê dadgehê ve bi tawanbariya ‘Hilweşandina Hikûmeta Tirkiyeyê an jî hewldana astengkirina erka xwe, bi mebesta sîxurtiya sîyasî û leşkerî bi destxistina daneyên veşartî yên dewletê' hate girtin. Qeyrana vîzeyê ya di navbera Tirkiyeyê û Amerîkayê de derketibû asta herî bilind.
    Li gorî nûçeyên rojnameya tirk şîfreya telefona Topuz hate şikandin û li Midûriyeta Polêsan a Stenbolê şaxê Têkoşîn li dij Sûcên Sîber lêkolîn û lêpirsin didomin.

    KOMA WHATSAPPÊ YA RIZA SARRAF

    Li gorî daneyên berdest xebatkarê balyozxaneyê Topuz di 22ê Adara 2016 saet 08.51'ê de bi navê ‘Riza Sarraf' komeke Whatsappê çêkir. Topuz derbarê girtina Sarraf de ji komê re peyamên bi Ingilîzî şandin. Di axaftinekê Topuz nivîseye û gotiye, "Li gorî nûçeya Hurriyetê Riza Sarraf li Miamiyê hatiye desteserkirin. Sûcdarî; Binpêkirina mueyîdeyên Amerîkayê bo Îranê, xapandina bankayê û vekirina rêyeke ji pereyan re." Herwiha Topuz di axaftina xwe dibêje ku, "Hêvîdar im Obama dozgeriyê tawanbar neke" li ser vê yekê dîplmatekî Amerîkî li Balyozxaneya Amerîkayê gotiye, " Wow Sarraf… Gelo ji FBIyê an DEAyê? Gotine gelo?" Topuz bersiva pirsê weke, "FBI…" dide. Beşek ji axaftinê wiha ye;

    • Diplomatê Amerîkî K: Zilamê min. Derbeke giran e…
    • Metin Topuz: Ji FBIya li Tirkiyê re serkeftin. Dê hewl bidin ji şirketên Tirkiyeyê hin agahiyan jê wergirin.
    • Dîplomatê Amerîkî K: Hahahahaha yeah. Ji ber têkiliyên wî yên polîtîk ev yek dê kefxweşiyê nede teqez. Ez emînim ku di milê Dubaiyê de jî heye. Li wir jî jê re serkeftin.
    • Metin Topuz: Ew ji Îranê ye. Di demek nêz de ew dê biaxive.
    • Dîplomatê Amerîkî K: Înşallah.

    Bi heman mijarî:

    Dozgerê Amerîkayî Sarraf girt, Erdogan şopand
    FLAŞ ÎDIA - Independentê: Serê Erdogan dê ji ber meseleya Sarraf biêşe
    Dozgerê ku Riza Sarraf girt, ket pey şopa du kesên din
    Fehîm Tastekîn: 'Amerîka bi girtina Sarraf, gelo komplo li Erdogan kir'
    Sarraf, dizanîbû li Amerîkayê dê were girtin
    Etîketan:
    abori, mueyîde, siyasî, Metin Topuz, Riza Sarraf, Tirkiyê, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de