13:44 21 Hezîran 2018
DYA Amerîka Washington Qesra Spî

Amerîkayê rasterast Hizbullah hedef nîşan da

© Sputnik / Vladimir Federenko
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Li Meclîsa Nûneran a Amerîkayê sê pêşnûmayên ku ji bo Hizbullahê mueyîdeyên nû tîne bi yek dengî hate pesend kirin.

Li Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ji bo kes û kar û hikûmetên ku alîkarî û piştgiriya Hizbullahê dikin biryara mueyîdeyên nû bi yek dengî hate pesend kirin

Li gorî pêşnûmaya 3329an pêşiya wê yekê vebû ku kes û kar û hikûmetên ku piştgiriya Hizbullahê fikin têkevine lîsteya mueyyîdeyan. Li gorî pêşnûmaya 3342an Hizbullah a ku sivîlan weke ‘mertalên zindî' bikar tîne hate şermezar kirin. Herwiha li gorî pêşnûmaya 359an jî bang li welatên Yekitiya Ewropa (YE) hate kirin ku Hizbullahê têxine lîsteya rêxistinên terorî.

Hamas
© REUTERS / Ibraheem Abu Mustafa
Herwiha Meclîsa Nûneran piştî pêvajoyê 6 mehan ev cara ewil e ku rasterast Hizbullah û Îrana ku piştgiriya wê dike weke hedef hatine pesend kirin.

Ji hêla din ve tê payîn ku sibe derbarê bernameya moşekên balîstîk a Îranê were pesend kirin. Tê gotin ku ev pêşnûma bi hedanî dê ji senatoyê derbas bibe û dê bi pesedkirina Serokê Amerikayê Donald Trump têkeve meriyete. Lewra Trump di 13ê cotmehê eşkere kiribû ku dê ji Îranê re mueyîdeyên nû bînin.

 

Bi heman mijarî:

Amerîka ji ber çalakiyên Koreya Bakur mueyîde danî ser Rûsya û Çînê
Tirkiye: Em mueyîdeyên li dijî Rûsyayê qebûl nakin
Rûsya: Mafê me yê bersivdana mueyîdeyên YEyê rawestî ye
YEyê ji ber mueyîdeyên Rûsyayê hişyarî da Amerîkayê
Fitch: Dibe mueyîdeyên Amerîkayê bandoreke erênî li Gazpromê bike
Almanyayê bo mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê, Amerîkayê hişyar kir
CNN: Şirketên amerîkî naxwazin mueyîdeyên nû li ser Rûsyayê werin sepandin
Etîketan:
metalên zindî, mueyîde, Hizbullah, Donad Trump, Iran, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de