16:02 23 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Amerîkayê Trump

    Trump: HSDê û hevkarên me bi awayekî serkeftî Reqqa şûnde girt

    © REUTERS/ Atef Safadi/Pool
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 11650

    Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hevkarên li dijî DAIŞê bi awayekî serkeftî Reqqa şûnde wergirtine.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyeke niviskî weşand û diyar kir ku Reqqa ji DAIŞê hatiye paqijkirin. Trump di daxuyaniya xwe de bal kişand ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku pêşengtiya wan YPG dike û ev tişt gotin, "HSDê û hevkarên me yên kul i Sûriyeyê li dijî DAIŞê şer dikin, bajarê Reqqa yê ku rêxistina terorê (DAIŞ) ev kiribû paytexta xwe, bi awayekî serkeftî şûnde wergirtin. Hêzên me di encama xebata hevpar de hemû bajar ji DAIŞê paqij kir."

    Trump di berdewamiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew ê di demeke nêzîk de li Sûriyeyê derbasî qonaxeke din bibin û got, "Em ê piştgiriya xwe ya ji bo hêzên herêmê bidomînin û pêvajoya dîplomatîk a ligel hevkarên xwe xurt bikin.

    Serokê Amerîkayî bi bîr xist ku wî ji bo ‘qedandina' DAIŞÊ soz dabû gelê Amerîkayê û diyar kir ku piştî destpêkirina destpêkirina têkoşîna li dijî vê rêxistinê kiriye karê xwe yê pêşîn.

    Bi heman mijarî:

    HSDê bi awayekî fermî rizgarkirina Reqqayê ragihand
    ‘6 hezar milîtan li Reqqayê hatin kuştin'
    'Amerîka wê piştgiriyê nede PYDê, da ku li Reqqayê xurt bibe'
    'Ji bo piştî pêvajoya Reqqayê stratejiyeke teqez a Amerîkayê tune ye'
    HSDê li Reqqayê noqteyeke girîng a DAIŞê kontrol kir
    HSD: Em ê bajarê Reqqayê radestî Encûmena Sivîl bikin
    Etîketan:
    HSD, Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Reqqa, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de