15:22 21 Hezîran 2018
Kerkûk - petrol

Chevrona amerîkî xebatên xwe yên Kurdistanê rawestandin

© REUTERS / Alaa Al-Marjani
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku şirketa petrol a amerîkî Chevronê xebatên xwe li Herêma Kurdistane rawestandin.

Li gorî nûçeya rojnameya The Wall Street Journalê, nûnerê şirketa Chevronê di axaftina xwe de got: "Em niha rewşa Herêma Kurdistanê dişopînin. Kengî rewş dîsa pêkan bû em ê dest bi xebatên xwe bikin."

Nûnerê Chevronê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di rojên pêş de em ê hinek xebatkarên xwe ji herêmê tehliye bikin."

Şirketa Chevronê di sala 2012an de bêyî destûra hikûmeta Navendî bi Hewlêrê re peyman çêkiribû û li herêmê dest bixebatên lêgerîna petrolê kiribû. Lê hê şirketê li Kurdistanê dest bi hilberîna petrolê nekiriye.

Bi heman mijarî:

'Duyem mezintirîn şirketa amerîkî Chevronê piştî du salan bîra xwe li Kurdistanê kola'
Wezareta Pêşmerge: Em ê dijmin ji Kerkûkê derxînin
Necmedîn Kerîm: Nûnerê Qasim Silêmanî û malbata Talebanî êrişî min kirin
UNAMI: Li Xurmatuyê 161 xanî hatin talankirin û teqandin
Heşda Şeibî 2 dibistan şewitandin û xalên kontrolê danîn
Etîketan:
Şirketa petrol a Chevronê, Amerîka, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de