01:03 24 Mijdar 2017
Zindî
    John McCain

    McCain: Amerîkayê ne ji bo şerê Kurdan ji bo DAIŞê çek dane Iraqê

    © AP Photo/ Kevin Hagen
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 3610

    Serokê Komîteya Karûbarên Leşkerî ya Encûmena Amerîkayê John McCain, bi daxuyaniyekî dilgiraniya xwe ji bo pêşketina hêzên Iraqê li Kerkûkê nîşan da û wan çek dabû Iraqê ji bo şerê DAIŞê bike, ne ku şerê Hêzên Pêşmerge pê bike.

    Senatorê Arizonayê yê Komarparêzan û Serokê Komîteya Karûbarên Leşkerî ya Encûmena Amerîkayê John McCain, ew gelekî dilgiran e derbarê wan raportên medyayî ku behsa pêşketina leşkerî ya Hêzên Iraqê li dijî pêgehên Kurdan li nêzîkê Kerkûkê dikin.

    McCain herwiha dilgiraniya xwe li ser beşdarbûna hêzên Iranê di wan êrîşan anî ziman û got, "Pêwîst e hêzên Iraqê yekser gavên kêmkirina aloziyê bavêjin û pêşketinên xwe rawestînin."

    'AMERÎKAYÊ ÇEK NE JI BO ÊRÎŞA HEVKARÊ QEDÎM KURDAN, DANE IRAQÊ'

    McCain bal kişand ser ku Amerîka çek daye hikumeta Iraqê û hêzên wê perwerde kirin ji bo ku şerê DAIŞê bike û xwe ji gefxwarinan biparêze, neku êrişî pêkhateyên yek ji hikumeta Herêma Kurdistanê bike, ku hevparê qedîm ê Amerîkayê ne.

    Senatorê Arizonayê got, "Divê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û hikumeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn demê de derbarê xwesteka gelê Kurd de biaxivin û aloziyan rawestînin."

    Bi heman mijarî:

    Gelo dê Amerîka alîkariyên Pêşmerge qut bike?
    Qeymeqamê Tuzxurmatu hat guhertin û kesekî ereb hat tayînkirin
    Berpirsên Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser eniya Germesêr li hev kirin
    Nûnerê PDKê: Dibe Kerkûk ji nû ve were standin
    Trump li ser rewşa Kerkûkê axivî: Bi Kurdan re bi salan têkiliyên me çêbûn
    Etîketan:
    Kurdista, amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de