15:03 12 Kanûn 2017
Zindî
    Pentagon

    Piştî şerê Pêşmerge û Haşdî Şabî Pentagonê daxuyaniyek belav kir

    CC0
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) di daxuyaniya xwe ya derbarê êrişa hêzên Iraqê û Haşdî Şabî li ser Kerkûkê de bangî Hewlêr û Bexdayê kir ku ji şer dûr bikevin.

    Wezaretê di daxuyaniya xwe ya derbarê êrişa hêzên Iraqê û Haşdî Şabî bo ser Kerkûkê de bangî Bexda û Hewlêrê kir ku ji şer dûr bikevin û dest bi gotûbêjê bikin. Pentagon herwiha dibêje ku biryara Herêma Kurdistanê bo kêmkirina aloziyan baştirîn bijarde ye.

    Pentagonê ji zarê Berdevkê Taybet ê Bo Karûbarên Rojhilata Navîn derbarê rewşa Kerkûkê û êrişa hêzên Iraqê û çekdarên Haşdî Şabî de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku daxwaz ji hemû aliyan dikin ku dûr bikevin ji wan pêngavên ku dibine sedema zêdekirina aloziyan.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku em li dijî hemû tundûtîjiyan in ku her aliyek encam bide. Zêdebarî biryara yekalî ya Herêma Kurdistanê bo encamdana referandumê, lê belê biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo kêmkirina aloziyan baştirîn rê ye bo çareseriya pirsgirêkan.

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Divê Amerîka ji şer re amade be
    Pentagon dê alîkariyên xwe ji bo Peşmergeyan dewam bike
    ‘Pentagon bi bihayê 2 milyar dolaran çekan ji hevpeymanên xwe yên Sûriyê re dişîne'
    Pentagon: Di êrişa xwekujî de 2 leşkerên me hatin kuştin
    Pentagon: Arteşa DYAyê dibe ku hêza xwe ya derve winda bike
    Etîketan:
    Hêzên pêşmerge, Berdevkê Haşdî Şabî, Wezareta Parastin a Amerîkayê, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de